Memdûh Selîm Begê Wanî di navbera du evîna de tê sotin, yek evîna welat û niştiman e ya din jî evîna Ferîhayê ye, di encamê de wek çarenûsa hemû kurdan têk diçe. Ne welatê bav û kalan ne jî Ferîhaya keça Çerkezan ji Memdûh Selîm Begê re dibin yar, ji ber ku bextê wî pê re ne yar e.