Erê berxika min.
Lê ez nikarim bibêjim te berxika min.
Ji ber ku tu nebûye berxika min.
Te hînik nekir ev dilê min ê biçûk
Ũ min nekarî te biçerînim di nav hewza dilê xwe de
Û min nekarî ez avek mîna Avaşîn bidim te ji kaniya
dilê xwe.
Erê berxê tu jî mîna karxezalekê winda bûyi
Li ser çiyayê Cudi bêxwedi mayî
Ez tenê di nav xerîbiya xwe de me
Tu jî di dilê min de yî
Erê berxê, agirê dilê min min tenê germ dike
Lê nebêje qey ez tenê me
Na ez ne tenê me.
Ez û tu bi xeribiya min re bi hev re ne.
Ere berxê ma tu dizanî tu çigasî pirozi di dil û hişê min
de
Bila dilê te şad be ew dera tu lê
Bila canê te sax be ew axa tu le
Erê berxê
Erê hesretê