KER Û KULIK
9/10
·70 syf.··
Beğendi
·
2021 10. kitabı
    " He wîîî...... Heyla nemayê, he wî wîî..." Belê çîroka kevnar a Kerr û Kulik bi nivîsa Ahmet Aras jî. Bi kalyan û zaryan destpê dike. Heya dawiye jî wusa didome.      Nivîskar piştî hîn lêkolîn û xebatan çîroka Kerr û Kulik dinivîse. Mîna hemû çîrokên kevnar. Çîroka Kerr Û Kulik jî gelek cureyan hatiye gotin. Nivîskar di pêşgotina pirtûkê de jî diyar dike. Ku vê çîrokê ji ber Dengbêj Zabitê Emo, Xalê Şikoyê cînarê xwe û Dengbêj Kerem Okçiyan digre. Dema lêkolîna xwe de, dîna xwe didê. Ew her du dengbêj jî ji ber Keremê Okçiyan girtine. Nivîskar êdî li ser Keremê Okçiyan hûr dibe. Û versîyona wî (Dengbêj Keremê Okçiyan) dinivîse. Ew dengê ku bi navê Dengbêj Kerem Okçiyan (YouTube) hatîye weşandin. Û pirtûk kêm zêde mîna hevin. Lê hîn caran meriv dîna xwe dide ew hevok an jî peyvê nayê sewraxtbun. Nivîskar jî lê sewraxt ne bûye ku. Ewî jî sera banzdaye. Û çîrok domandiye. Çend caran jî dengbêj peyvê biyanî bi kar tîne. Nivîskar an ser van peyva banz dide. An jî Kurdî ya wê peyvê dinivîse. Evan peyvê nehatine sewraxt bûn an jî ên biyanî gelemperî bo bo tîr bûne dubare hatine kar. Ji bona guhartin an jî derxistina van peyvan. Herikandina çîrokê xirab nekiriye. Kerr û Kulik Ahmet Aras
Edebîyata Kurdî
Kerr û KulikAhmet Aras · Nûbihar Yayınları · 201641 okunma
·
247 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.