Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

712 syf.
9/10 puan verdi
·
13 günde okudu
Dîsa Bextiyar Elî û dîsa pirtûkekî bêhempa. Belê, pirtûk qediya. Pirtûkekî 700 rûpelî zêdetir. Ez bi xwedina wê gelek westiyam. Zehmet bû. Lewra di pirtûkên Bextiyar Elî de fam kirin hişyariyekî mezin dixwaze. Hin caran mirov hevokekî divê du û sê caran bixwîne ku fam bike. Ev jî xwendinê dereng dixe. Di vê pirtûkê de jî wek pirtûkên wî ên din de sêhrek têde heye. Ev sêhr di despêka pirtûkê de te dihilgire bin bandora xwe. Ev sêhr heta ku pirtûk neqede dev ji te bernade. Di pirtûkê de tiştên efsûnî gelek hebûn. Tiştên ku di pirtûkê de diqewimin di jiyana rojane de mirov rastî van nayê. Van sehneyan tenê em dikarin di çîrokên efsûnî de bibînin. Di Çîrokên Hezar û Yek Şevî û Decameron de em dikarin bibînin. Jixwe hûn jî dizanin ku Bextiyar Elî pirtûkên xwe bi şêweya Realîzma Efsûnî dinivîse. Realîzma Efsûnî piranî li Amerîkaya Latînî tê bikar anîn. Realîzma Efsûnî du têgeh girîng in. Rastî û Xeyal. Di Bajarê Mosîqarên Spî de rastî û xeyal li hinek cihan tev li hev dibe. Tu nizanî kîjan rastiye û kîjan xeyal e. Ev tişt di heman pirtûkên nivîskar de heye. Nivîskar rastî û xeyalê dide ber hev. Nivîskar jiyanê wusa binav dike. Rastî û xeyal. Nivîskar di pirtûkê de li ser mijarekî din jî disekine. Li ser Birakujiyê. Birakujî an jî şerê navxweyî. Devletên dagirker hawirdorên me girtine û me dikujin em jî alikariya wan dikin hev dikujin. Em dikarin bibêjin nivîskar di pirtûkên xwe ên din de jî qala vê yekê dike. Mirov dikare gelek tiştan ji vê pirtûkê sûdwergire. Her xwendinek fikrekî cuda derdixe holê. Wergera pirtûkê jî ne gelek baş bû û ne jî gelek xirab bû. Hin ciyan werger gelek baş bû, bi taybetî jî wergerên diyalogan, hin ciyan jî qels bû. Lê bi giştî asayî bû...
Bajarê Mosîqarên Spî
Bajarê Mosîqarên SpîBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 20219 okunma
··
1.120 görüntüleme
Ferîdun Buendîa okurunun profil resmi
Bajarê Mosîqarên Spî ciyekî efsunî ye. Wek Çiyayê Qafê. Serleheng hertim dixwaze bigîjê li wê derê. Ciyê Muzîkvanan.
Miheme okurunun profil resmi
Ez bi çar çavan li hêvîya lêkolîna te bûm keko. Destê te sax be. Herhebî. tama ka bêhempa dide mirov pirtûkên Bextiyar Elî. Xwedê qeweta wî û a te zêdetir bike înşellah.
Ferîdun Buendîa okurunun profil resmi
Spas bira. Amîn. Di derheqê pirtûkê de hin nêrînên qels 🙂
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.