Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Bajarê Mosîqarên Spî

Bextiyar Elî
Sal, 1998. Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CDyên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike. Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse. Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî, bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran. Bajarê Mosîqarên Spî, ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanên postmoderniyê xuya dibin, berê me dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên ‘60î heta salên ‘90î, nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de û ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye. Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin, bajar û dinyayine din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din. Mosîqarê ku balinde pê re difirin, efserê ku bêhna porteqalan jê tê, doktorê ku xerîkî muzexaneya xwe ya nihênî ye di bin erdê de da ku hemû tablo û peykerên bedew ên dinyayê lê bicivîne, sozaniya ku perperok li dora wê digerin… Bajarê Mosîqarên Spî romanek e di awaza mosîqayeke hiznî hiznî de, tabloyek e di dirûvê rengekî spî spî de. “Bajarê Mosîqarên Spî û şêniyên wê, di demeke ku civak ji wan bêpar e, hesreta xweşikbûnê, rastiyê, resentiyê, evînê û edaletê sembolîze dikin.” Haşim Ahmedzade “Bajarê Mosîqarên Spî vê çavdêriyê tekez dike ku Bextiyar Elî dîmeneke neadetî ya nivîskariyê nîşan dide di edebiyata hevçerx de ku ti bazareke edebiyatê nekariye kuj, koşe û dînîtiyên vegêrana wî bixe qalibekî.” Stefan Weidner
Yazar:
Bextiyar Elî
Bextiyar Elî
Tahmini Okuma Süresi: 20 sa. 10 dk.Sayfa Sayısı: 712Basım Tarihi: 2021Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786257253871Ülke: TürkiyeDil: Kürtçe

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
712 syf.
9/10 puan verdi
·
13 günde okudu
Dîsa Bextiyar Elî û dîsa pirtûkekî bêhempa. Belê, pirtûk qediya. Pirtûkekî 700 rûpelî zêdetir. Ez bi xwedina wê gelek westiyam. Zehmet bû. Lewra di pirtûkên Bextiyar Elî de fam kirin hişyariyekî mezin dixwaze. Hin caran mirov hevokekî divê du û sê caran bixwîne ku fam bike. Ev jî xwendinê dereng dixe. Di vê pirtûkê de jî wek pirtûkên wî ên din de
Bajarê Mosîqarên Spî
Bajarê Mosîqarên SpîBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 20219 okunma
Reklam
712 syf.
·
Puan vermedi
Bajarê Mosîqarên Spî
Ev pirtûk çîroka herî dirêj bû ku ji zarokatiya xwe ve ez lê guhdarî dikim(dixwînim). Berî ku nêrînên xwe û çend gotinan di derbarê vê pirtûkê de binivîsim dixwazim pêşî hestên xwe bînim ziman. Herwiha dema min dest bi pirtûkê kir û ez hêdî hêdî pê ve çûm min xwe weke lehengê qirase Mîrze Mihemed hizir kir. Ez jî weke wî terayî bîrekê bûm ku heft
Bajarê Mosîqarên Spî
Bajarê Mosîqarên SpîBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 20219 okunma
712 syf.
·
Puan vermedi
·
47 günde okudu
Mirov nexwîne jî dibe Pirtûk 700 rûpel e, gelek ji gotinên dubarekirî pêk tê ku di xwendinê de qet hez nakim ji dubareyan. Jibo vê pirtûkê 700 rûpel gelek zêde ye, heq ew bû ku herî zêde 400 rûpel be. Min bi dehfdanê xwendina wê qedand, min qet nexwendiba jî dibû.
Bajarê Mosîqarên Spî
Bajarê Mosîqarên SpîBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 20219 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.