Di çend serpêhati yan de çawa em dibînin êdî roj, roja revê ye. Di serpêhatiya Hesenê Mûsa de rojên revê nêzik dibin, nefreta li dijî bav her dice zêde dibe:
Wele bi xwedê min didinê-min nadinê
Min nadinê ezê kincê xwe bişînim Ser boyaxê reşkirinê,
Ezê mara mêra piştî çavê reş û belek,
Li xwe heram kim li darê dinê.
De hey wax, mala minê.
Sola torinê mala Mûsa qetiya ji çûyînê, ji hatinê. Cilê mala bavê min qetiyan ji danînê, ji raxistinê,
Guhê dêka min qul kirin bi galgalê, bi gotinê.