Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Delal û Ciwan
+Ciwan çima ez her tim valahîyekê de me - valahîyekê çawa Delal? + Çawe bêjim weka ez tenê li vê jîyanê dijîm, dilê min de êşek bê sedem heye. Ne xwesteka axaftinê ne ji xwestika fikirinê min re maye... Ne dikarim birevim ne jî dikarim bisekinim, derek heye lê nizanim ku dere hema dixwazim birevim lê wê derê. Êdî ne dixwazim ji xwe re hevala çê bikim, ne ji dixwazim evindar bibim. Nikarim xelkê re dirêj û dirêj ji biaxivim... Weka morîkek mejiyên min de bigere morî xwe nizane çê digere... - Delal te xwe dil de kûştiye lê xebera te vê kûştina tuneye. Ma min ji te re ne gotibû wan pirtûkê min ji te re şandi bixwine. Tu yê pê wan pirtûka baş bibi û tu yê bersivê wan pirsên xirab hemû bibîni. + Ciwan erê raste tu dikarî bersivên gelek tişta pirtûka de bibini.lê minak bersiva "derek heye dixwazim birevim herim wê derê lê nizanim ku dere" bersiva vê pirsê tuneye. Bersiva valahiya dil de tuneye. Her Nivîskar rabûye behna wî teng bûye û behn tengîya xwe nivisîye. Rewşa gelek xwendevana gorî nivîsê Niviskaraye, iro vê pirtûka dixwine dibeje raste wisa ye anjî gorî wê nivîsê jiyana xwe diguherînên. Roja din pirtûk din dixwinin û disa xwe diguherînên. Mirov Ji xwe re ne rastin Ciwan. ne ramanê xwe re, ne ji hîsên xwe re. Wê ca em ketinin pê nivîsê xelkê de em rastîyê digerin. - Ooo Delal tu disa ket nav edebiyat û felsefê de serê min ji gêj bû lê tu mafdarî. Ka ez çi bikim ji bo te? em dikarin çawe vê valehîya dilê te dagirin ? +Mixabin nizanim Ciwan ez jî nizanim... Jan
··
923 görüntüleme
Jan okurunun profil resmi
- Delal + keremke Ciwan - hema wûsa navê te dilê min şa dike min xwest bînim ser ziman.
Jan okurunun profil resmi
+Delal tu zanî dema ez çav te dikevim weka ronahiya heyvê çavê min bikeve çavê min diberiqin. Dîmenek heyveronîyî tu.
Jan okurunun profil resmi
+Delal - Fermo Ciwan +Ez nexweşim Delal - Xêre çi êşe, ku dera te diêşe +Jê re dibêjin "Covîd 19", laşê min hemû diêşe
Jan okurunun profil resmi
+ Delal - keremke Ciwan + Min ji te re gotibû "ji te hezdikim"
simurg okurunun profil resmi
bersiva valahiya dil de tuneye. her niviskar rabûye behna wi teng bûye û behn tengiya xwe nivisîye. Raste.
Jan okurunun profil resmi
Ma ne wûsa ye gorî gotinên nivîskara ji rewşa wa seet seet diguhêre
2 sonraki yanıtı göster
Jan okurunun profil resmi
Ez Ciwan. “Ezê bi kêfxweşî bimirim Û dema ku ez bimirim ezê bi hemû dilgermiya xwe ve mirinê himbêz bikim”
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.