Ey reqîb her maye qewmê Kurd , bêziman
Naşikê û danayê , bi topên zeman
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin
Jîn dibin , qet nakevî, Ala Kurdan
Em xortên rengê sor û şoreşin ,
Seyr bike , xwîna dîyan me da , rijand
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin .
Jîn dibin ,qet nakevî Ala Kurdan.
Lawê Kurd , rabûye ser pê, wek şêran
Ta bi xwîn, nexşîn bike , tacê jîyan
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin ,
Jîn dibin qet nakevî Ala Kurdan
Em xortên Mîdya û Keyxusrewîn .
Dîn îman u ayîman, her niştîman,
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin .
Jîn dibin, qet nakevê Ala Kurdan.
Xortê Kurd tev hazir û amade ne .
Canfidane, canfîdan her canfîda
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin .
Jîn dibin , qet nakevî, Ala Kurdan