Sibehul xeyrî canê min
Şehê şerîn zebanê min
Tu î rûh û rewanê min
Bibit qurban te canê min
Tealallah çi zat î tu
Çi şêrîn sifet î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu
Heyat û reheta canim
Sibehul xeyrî ya xanim
Were, bînahiya çavan
Bibînim bejn û balan