Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

196 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
"ŞOREŞ 'JANA GELE' "
Nivîskar û siyasetmedar Îbrahîm Ehmedê ku sala 1914 û 1915 de li Silêmanîyê dayîk bûye. Huqûqnas û entelektuelekî gelheze. Her çiqas xebatê xwe, ê siyasetê li ser mafê gelê Kurd kiribe jî netewperweriye bêtir çepgirê û gelheze. Berhema xwe a Jana Gel jî pêşkêşî  şoreşa Cezayîrê ( 1957)a li hember dagirkerîya Fransayê. (r 11) kiriye. Siyasetmedar bûna Îbrahîm Ehmed bûye sedem ku çîroka xwe li ser siyasetê ava bike û polîtîk be. Îbrahîm Ehmed ne siyasetmedar bûya bê guman wê bûbû ya wêjekarekî serkeftî.    Di Jana Gel de mîna gelek pexşanê Kurdî kesayet ne pirin. Nivîskar zêdetir ser bûyer û hêza ziman sekiniye. Balê dikişîne ser xwaşikbuna zargotinê. Çîroka xwe bi bêwej, gotinên pêşiyan û heta bi helbesta va dixemilîne. Kesayetên wek Lawe, Kalê, Hêwa, dayîka Camêr, amojina wî, maliya Lawe û hîn kesin din. Xwîner qet wan nasnakin. Tenê pêdiviya wan hebe hene. Dema peywira wan diqede ew jî wûnda dibin.     Kesayetê yekem Camêr dema jina wî Kalê ê biwelide diçe ku gazî û hewarî  pîrikekî bike û wê bîne malê. Di vê hewildanê de. Bi şaşî an bi tesadüfî tevlî xwenîşandanek dibe. Ji pêve wek serokê xwenîşandanê tê dîtin .  Û 10 sala tê zîndankirin. Dema ku ew tê zîndanîkirin jina wî Kalê  û zaroka wî li ser welidandinê jiyana xwe dest didin. Lê kurê apê Camêr, Laweyê ku dema ew zindanê yê de. Hertimî jê re nameya dişîne. Ji bo ku Camêr di zindanê de bê hêvî nemîne. Vê yekê jê re nabêje. Dema Camêr di zindanê de dertê. Dîna xwe dide ku rewşa gel û welat bêtir xerab bûye. Zexta dagîrkeran li ser gel tîrtir bûye. Heta derketin derve bi şev jî qetexeye. Bi vê rewşê, bala dide hêzên tevgerê jî mîna dagirkeran ne heqîyê li gel dikin. Camêr vê yekê her çiqas bi tundî rexne jî bike. Dilê wî bi rewşa gel dimîne . Lê difikire ku jina wî Kalê û kurê wî Hêwa bo wî gelek êş kişandiye. bo hesreta xwe a10 salî dawî bîne pirsa kulvetê xwe Lawe dike. Lawe divê Hêwa û Kalê çûne gundê Golanê. Camêr piştre hewl dide biçe gundê Golanê. Lê pê dihese ku gundê Golanê hatiye şewitandin û kes lê nefilitî ye. Piştî vî, biryar dide tevlî hêzên rizgariye bibe. Û çi wariyeta wî hebe hemûya difroşe. Hinekî pere wê bo deynên xwe, tevlî nameyekî ji Lawe re dişîne. Ê mayî jî pêşkêşî tevgerê dike. Bi vî awayî tevlî tevgerê dibe. Lawe dema ku divîne Camêr tevlî tevgerê dibe. Bi nameyekî rastiya kulfete wî jê re dinivîse. Camêr bi vî awayî him dibe. Kulvetê wî hê deh sal berê. Roja ew hatibû girtin. Kulvetê wî jiyana xwe dest dane. Nivîskar gelek caran li ser taybetmendiyên civatê disekine. Bi gotina Pîrozxan a dayîka Kalê " Ez kor bim. Ger kurekî wan hebû ya. Ê rojêkî tola wan hilîna" (50)va rexneyê hişmendîya civatê a zayendî dike. "Li gorî min, gelek meqamên kilamên Tirkî jî yên Kurdî hatine wergirtin, her wekî çawan ji xelkê Kurdistanê re "Tirkên Çiyayî" dibêjin,ji kilaman re jî "Şerqî" yên Tirkî dibêjin. (77) nivîskar di virde taybetî balê dikşîne helwesta dewletê a ser Kurdê bakur. Camêr mirovek zana ye û gelheze. Her çiqas tevgerê mafdar bibîne û hîn xebata jî bike. Roja wî tê rexneyê tund jî dike. Eraqê vênaxwe biryar girtiye ku tenê rojê di alî netewperweriye de pîroz ê vexwe. "Ger çendîn jin, spehîtî û xweza  tiştên hêja yên bilindkirina bingeha bîra netewî yên mirovan in, lê nabe zemîna helbestên helbestvanekî mezin ê naskirî, tenê çavên belek, lêvê sor bin." (90)di vir de rexneyê ne tenê ji bo hişmendiya civatê a li ser jina. Li ser hişmendiya û şêwaza helbetkariyê ji dike.    Pexşan derdixe holê ku di navbera zaravayên Kurdî de biwêj û gotinên mezinan ên hevpar pirin. "Kor çi dixwaze? Du çavên ronî" (50 "Ez kor bim" (r. 50,) "Xelq şemika me maçî dike ku keça xwe bide me (65) "Malê qelî para xwediyê ye" (61) "Derd û kulên xwe bidin ber bayê."( 72) "Di conî de avê dikutin "(75) " Min ancax destê xwe danîye ser kumê xwe ku ba nebe... "(106) "- Başe qet xwe aciz neke û nebêje. Bavo min dev jê berda bi gora ejdad û kalên te" . (60) Di vir de peyva "bavo" wek Kurmancîyê de jî heye. Çawa ku xeyd tevgeriya be. Di meha borî de ku di taxa "S...." yê de xezûrê Afrasyayê xalê min kevnedemaceyeke qerebina ya riziyayî ya jengarî ya ji dewra Deqnanûs (Teqyanûs) ve mayî dîtin. (r40) Ev navkirin di Kurmanciyê de jî heye. Dayîka min xwe jî kar tîne. Nusret Aydın jî pirtûka xwe a bi navê Eğil Hükümdarları.( Fermandarê Gilê) de tine zanîn ku" Deqnenus fermandarê Şahişengiya Romayê a Rojhilate. Û navkirina Deqnenûs bi wateya kevn bûne tê karanîn. Di zaravayê Dimilî de hê jî tê karanîn ". Ziman û zargotin zaravayên Kurdî hemîya tîne erdekî.     Lê alî bizavê de hîn pirsgirêk hene. Nepenî û maliq mayîn hene. Hin çîrok cida qut dibin. Mînak ;Çîroka zewaca Camêr û Kalê. Xwîner nizane ka çawa zewicîn. Û dema Camêr di zindanê de dertê tê. Lawe divê Kalê û Hêwa çûne gundê Golanê. Paşê Camêr him dibe ku. Gundê Golanê hatiye şewitandin û tu kes lê nefilitî ye. Gelo gund pêşiya hatina Camêr hatî bû şewitandin an di nava wan çend rojan da bû? Camêr tesadüfî tevlî xwenîşandana dibe lê, hew zanîn serokê xwenîşandanê yê û wusa tê zîndan kirin . Çima wusa difikirin. Çima hew zanîn serok û rêber ewê. Xwîner vîya nizane? . Xwenîşandan çima û kê lidarxisti bû? Nivîskar çima? sazka xwe ser Camêrê ku bi şaşî an jî em bêjin bi tesadufî tevlî çalakiyê dibe çêkirî ye. Û bi vê yekê va jî tê tewanbarkirin deh salan di zindanê de dimîne . Yanî tu sûcê wî tuneye. Ev tiştek hêjayê rexneyê ye . Kurda gelek caran qala vî tiştî kiriye. Di hêlê hunerî ê din de jî bêtir ser vî disekinin. Kesê ku tesadufî an jî bi şaşî bikeve nav  tevgerê, bêayîk tê dîtin û ser wî disekinin. Çawa ku mirov mafê xwe bixwaze ew tewambar be.       Veguhertina ji zaravayê Soranî bo Kurmancî Zîya Avcı çêkiriye. Veguhestinek baş çêbûye. Xwiner di nava gerineka Kurmancîyê de dernnayê.
PIRTÛKHEZ
PIRTÛKHEZ
welat
welat
@hevidar56
Özgür Dicle
Özgür Dicle
Jana Gel
Jana GelÎbrahîm Ehmed · Lis Yayınları · 201914 okunma
··
1.000 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.