Pexşana nivîskarê huqûqnas Helîm Yûsiv Gava ku Masî Ti Dibin cara yekem di sala 2008'de di weşanên Peywend de çap dibe.
Nivîskar di vê pexşanê de sazka xwe li ser lehengê xwe Masî ava dike. Masî kesekî Kurd e û Binxetê, bi tena serê xwe dijî. Bi vê rê yê nivîskar dixwaze derûniya kesê tekane û a civatê bi çavê huqûqênasî binirxîne. Hewl dide bersiva pirsên ;Derûniya mirov çawa ye? Gel vî çawa dinirxîne? Û çawa li ser jiyanê bandor dike. Bide xwînera.
Di nava çîroka xwe de balê dikşîne ser rastiya nêrîna çandî. Xwîner yekser pê halî dibe ku. Di nava gel de jinebî wek xizan, belengaz û piçûk tên dîtin. Ji ber wê biwêj anjî mînakê ku didin. " wek jineke bî, a li ser kanîya êşan" ." wek jinebiya digiriya (81) hwd.... Di heman demê de nivîskar ramana xwe a vê mijarê bi berteka, dayîka Masî a bî, a li hember pêşnîyara apê Masî dayî. Awayekî xwaşik û bi bandor rave dike.?
Dîsa nêrîna civatê a merivekî tenê û bêkes çawa ye . Keçikeke rind be çawa be .
Şêx û melaya çawa pêşwazî bikin .
Û hîn sembolê civata kevnar a Kûrda di çiroka xwe de tîne ziman.
Şibandina evin û mar, pir balkêşe. Sembola mar a civata Kurdî de tine ber çavan û şibandina xwe cîbicî dike. Û divê "mar û evîn cêwîne" (25).Dîsa meseleya cinaketina Cemîla ye. Çîrokek rêzê de a di nava Kurda ye (18).
Nav gelemperî li gorî taybetmendiyên kesa danîye. Masî, lehengê sereke; Wek navê xwe. Mirovekî zîz e, xeyalpereset e, wêreke. Lê mixabin hertim bi êşe. Tu tiştî bextewar nabe. Ew qas benda dîtina Berfînê bû lê dema Berfîn dît. Qet hestê xwe neda diyar. Çîrok hema wusa rastê rast meşiya.
Rênas,rêvebirê koma şervana ; Wek navê xwe rênase, wêreke û mirovek pêkhatîye.
Berfîn, hezkiriya Masî; Keçika nazik û nazenîn. Wek kulîlka Berfînê him nazenîn him serxwe û wêrek .
Nivîskar bilî lehengê sereke, gelê Kurd(taybetî gelê li bakur dijî) jî wek masî pênase dike .Ne tenê lehengê wî, gelê Kurd jî her çiqas masî be jî tî dibe. Lehengê xwe tevlî nav refê şervan dike. Û bi vî avayî xwe digihîne tevgerê . Hema wusa pêda pêda rexne dike. Nerm an jî tûj. Divê ger masî bi masî bûna xwe jî tî be. Ew tewanbar e û şaşîtîyên wî pirin. Pênasekirina Dewleta Tirk a Generalê pir jî bi cî ye. Generalê Pîr her çiqas bi hêz be. Yek gotina wî nabe dudu. Û çiqas hov be jî. Rastiyê de mirovek qelse, hundir genî û xwedî kompleksa ye. Li hember hovîtiya Generalê Pîr. Şervanan jî wek çiya, pênase dike;Xurt û bihêz.
Pexşan di alî hevoksaziyê de pir pir serkeftîye. Dema xwîner bine hevokên baş xîz bike. Dive ku pirtûk nava xîza de bimîne. Nivîskar ew qas hûr dibe. Heta dike ve rihe derî, kûçik, mar, nivişt, pênûs, sol, şutik heta qederê jî. Lê ne bi devê wan rave dike. Lê ne bi nêrînê wan. Ew diaxivin. Lê ne wek xwe . Wek keseki siyem ku çîrokê vedibêje. Bê rewan û bê hest. Hema wusa sar.
Hûnandin û grêdan pir tevlihev e . Hin caran bûyerek cida despê dike . Hin caran cî da qut dibe . Xwîner mecbûr dimîne vegere çend hevokên pêşî bixwîne. Ka ew kes kuva hat, an jî ev bûyer çawa qediya.
Vegotin ne giridaye cih, kes û bûyeran ne her tim xweser. Tena serê xwe didome. Masî ye bajarî, diçe çîyê. Lê qet guhertin çena be ne li alî derûnî ne alî şêwazê.
Hevalê pirtûk xwandî keremkin danûstandinê.... MihemeBekir GNGNŞev @midyatmm. Bê we na be @ja_n PIRTÛKHEZ
Spas her hebî. Miheme pir serkeftî ye. Emê vir ha benda te bin ka tu yê çawa şîrove bikî. Min nirxandina Miheme xwand û min hewl da ku ez nekevim dubareye. Lê çiqas çê bû nizanim.