Gönderi

79 syf.
9/10 puan verdi
Ez pirtûkên Şêrzad Hesen gelek hez dikim. Nizanim çima. Di pirtûkên xwe de zimanekî sembolîk bikara tîne. Hin caran wan gotinên sembolîk tê nagîhijim lê dîsa jî kêfa min ji pirtûkên Şêrzad Hesen re diçe. Bingeha pirtûkên Şêrzad Hesen civata Kurdan e û li ser vê bingehê rastî û çewtiyên civakê dinirxîne. Neynika civakê ye.  Xwezî wergera hemû pirtûkên wî hebana. Di vê pirtûkê de sê çîrok hene. Gula Reş, M û Maleke ji Avê. Çîroka herî dirêj M ye. Mirov dikare bibêje wek kurteromanekî ye. Çîroka herî kin jî Maleke Ji Avê ye. Lê kurahiya wê direj e.                          GULA REŞ Çîroka evîn û negihîştana Hemo û Hêro. Du evîndar çima nagîhijin hev? Sedem çi ye? Bingeha negihîştina evindaran, piranî ji civat û statûya malbatan pêk tê. Belê malbata Hemo ne ji qada malbata Hêro bû. Malbata Hêro bi navê qereçî tê binavkirin. Ji ber wê di nav civatê de tu qîmet û statûya wan tune ye. Mixabin ev rewş berê di nav me Kurdan de tune bû lê îro em dibînin ku ne tenê di civatê de di malbatê de jî ev hal heye. Gotina birayê dewlemend ji gotina birayê feqîr zêdetir tê guhdar kirin. Ev gotin wî çi qas jî xelet be jî. Şêrzad Hesen di vê çîrokê li ser van tiştan disekine.                                                     M Çîroka duyemîn M ye.  Mijara wê çîrokê  cudabûna jin û mêrekî ye. Emîn û Gulnaz. Piştî zewaca xwe ya bîst û heft salan cuda dibin. Emîn nexweşiyekî wî çê dibe. Felç / şil dibe. Emîn pirtûkhezekî bi tena serê xwe ye. Jiyana xwe pirtûkan ava kiriye. Ew rewş jî ne xweşa jina wî diçe. Ew rewş jî di gelek çîrok û romanên Kurdî de derbas dibin.  Firat Cewerî, Enwer Karahan û bi taybetî jî Hesenê Metê ev mijar di pirtûkên xwe de gelek bikar aniye. Emîn li gorî mêrên civatê gelek zana û hewdem e. Di nav malê de bi tena serê xwe biryar nade girîngiyê dide fikr û ramanên jina xwe jî. Emîn peyva "Min'' qet hez nake. Di pirtûkê de Emîn wiha dibêje "Guh bide mêrekî dema dibêje: xaniyê min, otomobîla min, jina min, tivinga min, kerê min, pêlava min... Guh bide van hemû 'min'ên tehl çiqasî bê çêj in." Emîn tapoya mala wan jî li ser navê jina xwe Gulnazê çê dike. Hûn jî dizanin ew tevger di nav malbat û civatê de wek tiştekî neyînî tê dîtin. Sedem wî tiştî jî bawerî neanîna jinê ye. Tiştekî xelet. Piştî cuda bûna wan jî milet li ser Gulnazê gelek gotinên kirêj û kirêt dibêjin. Cudabûn jî di civatê de tiştekî wek bêyomê tê dîtin. Ciyê ku Emîn jiyana xwe didomîne du tişt girîng in; jin û pere. Hezkirina jinê ne ji bona hez kirin û dilovaniyê ye.... Nivîskar di pirtûkê de tişta ku li ser disekine yek jî ew e ku; dewlemendên civakê her qewadiyê dikin û her tiştî xwe re mubah dibînin lewra perê wan heye, lê belê dema ku yekî hejar û xwenda tiştekî dike, hemû dewlemend êrîşê lê dikin lewra ew tiştên dikin baweriya wan hovanê hilwedişîne. Civaka ku ji zana, alim û rewşenbîrên xwe guhdar neke tê hertim bibe bendeyên pereperest an. Ev a wusa ye.               MALEKE Jİ AVÊ Çîroka sêyemîn jî  Maleke Ji Avê ye. Şêweya wê çîrokê hinek dişibe çîrokên efsaneyî. Êlekî piçûk di giravekî de asê mane. Endamên êlê gelek in  û cî tune ye û pêwîste di girê de hin kes derkevin. Serokê êlê di nav gel de pêşiyê kal û pîran li keştiyekî piçûk sivar dike û wan di nav behrekî mezin de tenê dihêle. Di vê çîrokê de jî a ku min fêm kirî, di tu dewlet û êl û eşîrekî de dema şer de serok xwe ji bo gel fedakar nakin. Gel ji bo xwe fedakar dikin. Gotinekî  Bedîuzzeman Seîdê Kurdî  heye: "Nexwe mezin ne ew kese ku, şûrê wî tûj be,  milet ji xwe re feda bike. Mezin belkî ew kese ku, aqlê wî tûj be. Qelbê wî ji milet re fedakar be."
M
MŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201110 okunma
··
661 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Miheme okurunun profil resmi
Ji bo nasina vê pirtûkê gelek Spas hevalê ezîz. Lêkolînêk gelek xweş bû. Dest û dilê te sax be.
Ferîdun Buendîa okurunun profil resmi
Miheme
Miheme
@Seid_Kurdi divê teqez hûn bixwînin 😊
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.