Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
9/10
3 Kişi
10
Okunma
2
Beğeni
287
Görüntülenme
Yek ji nivîskarên kurdî êherî balkêş û serketî Şêrzad Hesen êdî bi kurmancî ye. Ji çîrokên di kitêbê de “Gula Reş” û “M” ji kitêba Şêrzad Hesen a bi navêGula Reş, “Maleke ji avê” jî ji Pîre perwaneyên êvaran hatiye girtin.Kitêb ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Beşekji çîroka M ..nabêjim xaniyê xwe,niha ji vê “xwe”ya hanê pir aciz im, xwe.. xwe.. xwe. Çiqasî jê bi nefret im.Eger bikarim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. Bila ew û sedemênafirandina wê jî hilweşin. Ew pir hestîgiran û rûreş e bi taybetî ku piştînavan tê, bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e. Guh bide mêrekîdema dibêje: xaniyê min, otomobîla min, jina min, tivinga min, kerê min, pêlavamin… Guh bide van hemû ‘min‘ên tehl çiqasî bê çêj in. Hey du hezar tif li vê‘min‘ê bibare. Eger mêr bizanin çiqasî bi vê ‘min‘ê sivik dibin, bêguman wêdijî wê protesto bikin û xwepêşandanan lidar bixin, wê cade û kolan pir bibinbi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê ‘min‘ê jiziman rakin. Mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji“Akademiya Kurdî” û navenda paqijkirina ziman bikin vê ‘min‘ê ji nav bibin. Wekpaşayekî sitemkar, jineke dawpîs dermanxwarî bikin, hemû bi yek dengî biqîrinvê ‘min‘ê ziman têk daye û bila nemîne, bila hilweşe...
Yazar:
Şêrzad Hesen
Şêrzad Hesen
Çevirmen:
Besam Mistefa
Besam Mistefa
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 14 dk.Sayfa Sayısı: 79Basım Tarihi: 2011Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055585471Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
79 syf.
9/10 puan verdi
Ez pirtûkên Şêrzad Hesen gelek hez dikim. Nizanim çima. Di pirtûkên xwe de zimanekî sembolîk bikara tîne. Hin caran wan gotinên sembolîk tê nagîhijim lê dîsa jî kêfa min ji pirtûkên Şêrzad Hesen re diçe. Bingeha pirtûkên Şêrzad Hesen civata Kurdan e û li ser vê bingehê rastî û çewtiyên civakê dinirxîne. Neynika civakê ye.  Xwezî wergera hemû
M
MŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201110 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.