"Ku Xwda hebe, ez dizanim ku ez ê buhuşteki wenda bikim. Lê ku Xwda tune be wê çaxê ez ê tenê jiyanekî wenda bikim" (r. 128)Ev hevoka di pexşana Hesenê Metê a bi navê Gotinên Gunehkar de derbas dibe, merî dikare bêje kurt û Kurmancî ya vê pexşanê ye.
Nivîskarê kone Hesenê Metê ku di sala 1957a li Erxenî' ya Amedê çêbûye. Ev 30 salê xwe ne Swêdê dijî.
Hesenê Metê di vê pexşanê de qala çêbûne dike. Bi nêrîna kesê yekem û şêwazek tîr dihûne. Û cureyek ji pexşanî ya Kurdî cudatir ceribandiye. Di vir de kes pirin û xwînêr hemû kesan yek bi yek nasdikin. Behramê ku lehengê sereke ye her tim pêşî bi xwe re dibêje . Paşê diaxive . Xeynî çîroka yekem, a duyem jî, çîrokên baş û qencin. Bi jêgirtina Dostoyevski bigre heta Încîlê û Tewratê va çîrokê bêtir tîr dike. Hemû kesayetên pexşanê taybetiyên wan hene. Merkus Efendiye Xiristîyan, wî digihîne Ahrîman. Û haya Berham çîroka di navbera Xwedê û Ahrîman çê dibe. Nivîskar gelemperî bi wêrekî qala çîrokê dike.( Her çiqas carna xwe paşda bixe jî .)
An ji bo bertekê oldaran, an jî bo ku rêza ola digre. Bersiva van pirsan nade û xwe paş de dihile.
. Pirsê ku li Ahrîman dike
" Ji bo jiyaneke baş divê çi bikin"
"Ka û çima terka erdê kir û çi esmên (114).
" Çima we ji bo Ademîzadan navbera xwe û Xwedê xerabkir") Ev paşte kolan ber bi dawiya çîrokê qels dibe dubare bi wêrekî tevdigere û çîrokê dide berhev.
Behramê ku biryar da bû. Tiştekî nebêje. Dema ku çend dilop avê rijine ser argûnê. Dîsa dengek jê eyan dibe û nahêle avê ser argûn de rijine. Hişyariya argûn lê dibe piştgirî. Û biryar dide vê çîroka serpêhatiyên xwe eşkere bike . Bê defter û bê kitêb.
Dema veqetîne de Ahrîman bi xwe jê re gotibû " li ser bingehê vê evîna te ne xanî avadibe, ne dewlemendî berhev dibe û ne jî zarok mezin dibin" Dawîya dawî xwînera dît ku Nagîna mir. Evîna Behram ne çû serî.
Lê çima mir?
Demora kê bû?
Geştina xanim û kurê wê Aryan çima mirin?
Sêra vê malbatê çi bû?
Luluxan piştî van mirina çi kir. Ev qas pirs hemû mane bê bersiv. Dibe ev yek jibare be. Lewre xwediyê vê vê vegotinê. Hîn pirs bê bersiv hiştî be. Dibe ku dûmahiya wê bê.