Zimanê KurdiSlav hevalno
Li mala Mîr Celadet Ali Bedirxan
Pirtûk ser navê zimanê kurdî, çanda kurdî û wêje ya kurdî ye û ji ber wî jî pirtukek gelek taybet, balkêş , girîng û hêjaye.
Mamoste Fırat cewerî pirsê ser navê ziman, çand û wêja kurdî ji Mîr Celadet Ali Bedirxan dike û Mîr Celadet Ali Bedirxan jî bersivê didê.
Ji ber wî jî bo hişmendî ya kurda zêde bibe dibê gere her kurdek ev pirtuk'a hêja bixwîne û ha ji hebûn û zimanê xwe hebe.
Mîr Celadet Ali Bedirxan dibêje gele kî bi zimanê xwe tê naskirin.
Ez jî dibêjim gelo em zimanê xwe jî wûha bikin û jibîr bikin ka emê êdî bi çikê xwe yê werin nasîn?
Bo wî jî Ziman, Ziman û Ziman gere her Kurd bizanibe xwendinê, nivîsandinê û axaftinê.
Dîsa cîkîda Mîr Celadet Ali Bedirxan dibêje kurdek bixaze nava sî roja da fêr ê zimanê kurdî û nivîsandina wî bibe , yanê mirov bixaze zû dikare hîn bibe, tenê bixazin bese,
Û dibêje gelek kurdê me hene nivîskar, helbestwan û hwd lê bi zimanê bîyanî tên naskirin ji ber ku wêja xwe, hunermend a xwe bi zimanê bîyanî bikar anîtine û bi wî zimanê meşhûr bû ne bo wî jî wêje ya me van mîjara da kêm ma ye ,
Ev tiştek xelet û çewte
lê dîsa jî nivîskar, helbestwan û hunermendarê me yê ser navê zimanê kurdî karê xwe bikaranîtine jî pir hene û pir hêja ne û em bi saya wan hîn hene
Wek; Elî Herîrî, Amedê Xanî, Melayê Cizîrê û hwd.
Em bi zimanê xwe hene ziman hebûn û nasnameya me ye, ji ber wî jî gere her Kurd li mala xwe da bi zarokên xwe ra bi kurdî biaxive an emê xilas û wenda bibin.
Mîr Celadet Ali Bedirxan ji boy wî jî dibêje
Bila mêrê Kurd bi jinê kurda ra bizewicin kî ziman neyê jibîrkirin ( sed mixabin dayîkên me êdî zimanê bîyanî hînê zarokên xwe dikin , ne zimanê xwe) .
Welle êdî bawerîya min bi dê û bava nemaye alîyê zimanda em keç û xort xwuşk û bray xwe hînê ziman bikin li gor min .
Pirtukek bi agahî bû hûn jî bixwînin û tehma ev pirtuk'a xweş tehm bikin.
Keda Mîr Celadet Ali Bedirxan pir pir heye ser ziman hima ji boy xatirê wî û keda wî be jî hînê xwendin, nivîsandin û axaftina zimanê xwe bibin.