Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Çi rewşek xeter e, ku mirov nikaribe bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û binîvise. Çi rewşek kambax e, mirov ne bi zimanê mirov be. Ne sûcê te ye Mêvano. Bila ew yê bûyî sebeba vê yekê xerq bibin, ku ev ziman welê bêxwedî maye. Bila ew yê ku bûyî sebep, tovên wan biqele, ku ez û tu nikarin “Mem û Zîn" a dil bi êşê doz û wêjeya Kurdî, “Hey av û av" a hemrazê firinde û teyran, “Reşbelek” ên seydayê kezeb şewitî û “Dîwan”a şêxê şahê şahan yê şi'r û nezmê, bi zimanê xwe bixwînin... Heke tu hez ji zimanê xwe dikî, ez jî ewqas ji zimanê xwe hez dikim bavo. Ma çi zêdeyiya te ji min heye? Ma qey haşa Xwedê zimanê te ji yê min baştir û paktir emir kiriye? Yê te zêr û yê mîn gû jî be, wekî bav û kalên min gotî; ez gûyê xwe bi zêrên te nadim heyran...
··
171 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.