“Di vir de tu xelet î hevalê Ferîd. Binêre! Di nava me de kî çi biparêze, baweriya kî bi çi be, serbest e. Hevalên me yên bi rojî û nimêj jî di nava me de hene, yên ateîst jî di nava me de hene. Mesela ku keçik û kurik bi hevdu re di xaniyekî de dimînin; ku tiştek di dilê mirov de nebe, ku mirov ne dilpîs be û wekî heval û hogiran, wekî xwîşk û biran li hevdu binêre, ma çi xem e?"