Îro demjimêr 17:51an de qedîya . Ez gelekî şanaz im ku min ev şîroveya berfireh xwend û sûdê jê werbigrim. Jixwe ne pêkane ku meriv bixwîne û jê sûdê wernegre. Mamoste Perwîz xebateke hêja û binirx afirandîye spasdarim bo ked û xîreta wî. Ev berhem ne wekî hin şîrovekaran Xanî di nava qalibên dînî de bifetisîne , berevajî wan bi nêrîneke cuda û berfireh Xanî dide ber çavan. Û gelek xeletîyên derheqa Mem û Zînê de hatîye gotin serrast dike. Berhemeke wisa bi nivîseke kurt nayê vegotin lê bi kurtasî be jî min xwast çend tiştan li ser bibêjim. Pêşnîyaza min bo we Teqez bixwînin!