Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Arjen Arî - Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî
Ar girtiye qurm û li dorê dileyize çi kiribû çi bû gunehê dara berû? bi min re wê jî şer nexwestibû bi min re zarokan, bi min re kulîlkê û wê qîza xama… ku, li dû min stûxwar ma û bendî… rondik herikîbin şer herikand û xwîn pijiqand pelê kulîlkê ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê, hij ma li milkê, ramûsan li milkê? xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê… bi ya helbestê min kir û min guh da bilûra şivên: hij min aland li destmalek bi vên û ramûsan min rakirin geliyekî… ramûsan min veşartin li geliyekî ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min şer betal bibin, çek rawestin ji çiyan şerker dadikevin ezê di nav wan de bim ileh ileh, tu bê pergî min da te himbêz bikim ji dêvla çiyê… şer de ye mîna min niha helbest jî kengî parzinîn biwêj ji xwînê ji êşê rêz, ji şînê çarîn helbesta min hingî bixwîn wê evîn jê binizile…
·
316 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.