SAZKIRINA HEVOKÊN LÊKERÎ
Di zimanê kurdî de, ji peyvên liv, tevger, çalakî û bûyînan tînin ser ziman re lêker, fiil tê gotin.`Hatin, Çûn, Razan, Meşîn, Ketin, Rabûn, Xwarin`… tev lêker in.Ji bo sazkirina hevokekê pêwîstî bi kirde+lêker ê heye .Ji bo lêker di hevokê de were bikaranîn, pêwîstî
pê heye ku li gorî deman were kişandin.
Mînak :
》Ez diçim. (Dema niha)
》Ez çûm. (Dema borî )
》Ezê biçim. (Dema bê)
▪Hûn jî dikarin mînakan zêde bikin:)