Ar girtiye qurm
û li dorê dileyize
çi kiribû
çi bû gunehê dara berû?
bi min re wê jî şer nexwestibû
bi min re zarokan, bi min re kulîlkê
û wê qîza xama…
ku, li dû min stûxwar ma
Rênas Jiyan - Janya
xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
naqosên dêran kerr...
minare kin...
doktrînên dekolte lixwekirî evdal...
sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû
damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne
barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko
hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên
Her stran hinekî naskirin e
Her stran hinekî hezkirin e
Her stran hinekî evîn e
Her stran hinekî bêrîkirin e
Her stran hinekî êş û birîn e çavreşa min…
Ax birayo birayo
Birayê min ê biçûk
Birayê min ê azadîperest
Birayê min ê welatparêz
Çawa canê te êşandine
Çawa dilê te kêr kirine
Çawa laşê te perçiqandine
Berî ko hûn bipirsin, ez bibêjim we ka Jibîrbûyî kî ne.
Jibîrbûyî, ez im; Biro, Biroyê Dengbêj, yan jî em bibêjin, Biroyê Êzîdî, yan jî Biroyê Kor, yan jî Biroyê Dirêj.
Jibîrbûyî, Ester e; Estera ko min jê re digot, Stêr, an jî Estera file, keldan, nastûrî, yan jî Stêra ezîza ber dilê min, roniya çavê min, Ester, sêwiya zarşêrîn e zarwinda, bejn û bala lihev...
Jibîrbûyî, Mîr e. Mîrê Cizîra Botan, serekê Ezîzan, an jî Mîrê serhildana kurdî, yan jî Mîrê nefîkirî, yan jî Bavê Têlî, Têliyê kor ko hevalê min e.
Qîzê
Di porên te de çend bihar digerin
Çend bihar bêwestan mane
Çend bihar xwe kuştine
Ez dêranê dêran
Niha li bin siya mijangên te digirîm
Li bin çavên te digirîm
Qîzê qet nebe tu negirî
Qet nebe tu dilê min nede ber derd û keseran
Qet nebe tu bikene
Qîzê tu negirî ez bimirim
Ez bimirim tu neêşe
Ez bimirim tu negirî...
Ez û tu
Weke Kurdistanê birîndar û bindest
Ez û tu
Weke Kurdistanê dagirkirî û talankirî
Ez û tu
Weke Kurdistanê parçe parçe
Ez û tu
Weke Kurdistanê birçî û tazî
Ez û tu
Weke Kurdistanê sefîl û belengaz
Ez û tu
Weke Kurdistanê berxwedêr û şoreşger
Ez qurbana te
Ez qurbana Kurdistanê…..
Min şal û şapikê xwe tev şidand û ça û zinaran derbas kir, ez hatim. Min dît ko bavê min ji serma û pûkê qefiliye; dilê te tinê davêt; Hema min bavê xwe girt û pirtûgên xwe lê şidand û me rêya mal girt. Ev çend rûj e em hatine; Dê rabe; Îcar tu me bi jîn ke !
Niştiman birîndar e, wextî efsane niye
Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye
Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd
Bo çi tu pir ekî derd, Wextî meyxane niye
Ey kiça li çemçemal, kiça Kurd, kiça delal
Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye
Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî
Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye
Niştiman birîndar e, li ber çavan sêdar e
Wextê 'eşqane niye, wextê mestane niye .
EZ BİBİM “TU”YÊ TE…
Ez bibim “tu”yê te
Tu bibe “ez”ê min
Ez bibim “derdê” te
Tu bibe “dermanê” min
Ez li zozanên te bigerim
Tu li ser çiyayên min
Ez bibêjim “nanê” min
Tu bibêje ”ava” min
Tu bişewite
Ez bişewitim
Em agirê hev bitemirînin…
Dîcle çi dibêje? Guhê xwe bidin ser dengê Dîcleyê, bi dîqet, bi hizir.
Bibêjin ka gotina Dîcleyê çi ye?
Ez, dengbêjê Dîcleyê, ji we re bibêjim; deng, dengê mirî, windabûyî û jibirbûyiyan e û ava Dîcleyê strana zîz a wan dibêje.
KA GUHDARÎ BİKE…
Birînê birînê ev jî çîroka min e
Ka guhdarî bike
Ka lê binêre me çi êş kişandine
Bavê min hat kuştin di hewşa mala me de
Bi heftê gulleyan
Ji aliyê heft kesan ve
Basit dil ve lehçe farklılıkları, milletleri birbirinden ayırmak, onları farklı toplumlara bölmek , ve her birini ayrı bir millet kabul etmek için yeterli değildir.
Baz.
Kevok.
Em ê ji yekî re bibêjin Baz, ji din re jî Kevok.
Baz û Kevok. Du nav, du însan; zilameî navsal û jineke ciwan.
Du nav, du însanên sereke yên romane me. Romana me dê gala serbûriya Baz û Kevokê bike...