Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Berî ko hûn bipirsin, ez bibêjim we ka Jibîrbûyî kî ne. Jibîrbûyî, ez im; Biro, Biroyê Dengbêj, yan jî em bibêjin, Biroyê Êzîdî, yan jî Biroyê Kor, yan jî Biroyê Dirêj. Jibîrbûyî, Ester e; Estera ko min jê re digot, Stêr, an jî Estera file, keldan, nastûrî, yan jî Stêra ezîza ber dilê min, roniya çavê min, Ester, sêwiya zarşêrîn e zarwinda, bejn û bala lihev... Jibîrbûyî, Mîr e. Mîrê Cizîra Botan, serekê Ezîzan, an jî Mîrê serhildana kurdî, yan jî Mîrê nefîkirî, yan jî Bavê Têlî, Têliyê kor ko hevalê min e.
·
921 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.