Em hemî zanin ko edebiyata kurdî bi tevayî di nav gelek deh salan da pir pêş ketîye. Eger em bi vê aspêktê li romana Erebê Şemo ”Şivanê kurmanca” binihêrin, dikare wisa bê texmînkirin ko berhema di sala 1935an da nivîsî di hêla edebî da gerekê ne pir dewlemend be. Lê bi bawerîya min, di hêla romana kurdî da heta niha jî ser wê ra tune. Yek ji îzbatan jî ew e ko edebîyetzanên ermenî û rûs yên mezin û zane li Rewanê û Moskvayê, çend caran biryara çapkirina wê pirtûkê (û çend pirtûkên din jî ko wî nivîsîbû) bi zimanên ermenî û rûsî dane. Û bingeha wan jî ew bûye ko Erebê Şemo di romana xwe ya ”Şivanê kurmanca” da hemû şertên edebîyetê – hunurmendîya nivîsarê, ziman, perwerdeyê û yên din bi serketî pêk anîye...
Tiştê herî bi qîmet ew e ko ev pirtûk sala 1935an ji kurdî hatîye wergerandin ser zimanê rûsî û li Moskow çap bûye. Berî çapbûnê edebîyetzanên Sovyeta berê yên bi nav û deng ew berhem bilind qîmet kirine û biryara çapkirinê dane. Û eger em bidine ber çavan ko hema bêje herdem jî zimanê orîgînalê ji zimanê wergerê xurttir e, wê demê dewlemendtîya zimanê kurdî bi awayekî zelal xuya dibe. Eva jî derbeke cîwar e di rûyê wan neyarên gelê kurd da ko bi dehan salan e zimanê kurdî biçûk dibînin, an jî dibêjin têr nake bona berhemeke giranbuha û dagirtî pê bê nivîsar. Kesên wisa bira bizanibin ko berî 75 salan jî kurdî pir xurt bûye û îzbata wê jî “Şivanê kurmanca” ye ko çend caran bi rûsî çap bûye.
Serdestîyeke vê romanê jî zimanê wê ye. Tê da xwendevan wê rastî gotinên kurdî yên wisa xweş bên ko hinek ji wana wê bêjin: “Ev gotina han min berî 10-15 salan ji pîrika xwe bihîstibû û niha di romana Erebê Şemo da rast pê hatim“. Di romanê da ewqas gotinên kurdî yên ji gelekan ra nenas hene ko xwesma hinek ferhengçêkir wê biryara careke din çapkirina ferhenga amadekirî bidin, da ko bikaribin bi wan gotinên di romanê da ferhenga xwe dagirin. Îdyom û gotinên pêşîyan yên kurdî xemileke bedew û rewşeke kaw didine vê romanê.
Ji bo Erebê Şemo hêsantir bû bi rûsî binivîse, çap bike. Zanibû ko xwendevanên wî wê gelekî pirtir bin, zanibû ko di hêla aborîyê da jî rewşa wî wê gelekî baştir be, lê... bi kurdî dinivîsî û di her berhemeke xwe da ya bi zimanên rûsî, ermenî, azirî, almanî, fransî, gurcî, îngilîsî û yên mayîn çap dibû, dinivîsî: “Ji kurdî hatîye wergerandin“.
Eger bi rastî jî li wê dinyayê jîyan heye, bira Xwedayê mezin bi ruhê Erebê Şemo va eyan bike ko armanca wî pêk hat - romana wî ya ”Şivanê kurmanca” bûye milkê hemû kurdan.
Di dawîyê da çend salix û malûmatîyên ji jîyana Erebê Şemoyê nemir:
•Erebê Şemo gava gelek salan li hebsên Sîbîrîyayê da maye, xwe bi xwe ra çîrokên kurdî gotine ko zimanê dayka xwe ji bîr neke.
•Gava kurdekî feqîr ra alîkarîya ji bo xwendina li Ûnîvêrsîtêtê an jî alîkarîyek din pêwîst bibûya, wî hemû nîşan û mêdalyayên xwe bi pêsîra xwe va dikir, berê xwe dida berbi serokên komara Ermenîstanê û yekser pirs hel dibû.
•Ewî gelek ji kibaban hiz dikir. Bi çêkirina tu kesî qayîl nedibû, bi xwe çê dikir û bi qedeheke konyaka Ermenîstanê dixwer.
•Erebê Şemo 7 zimanan bê kêmasî zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azirî.
•Gava piştî 17 salan ji hebsê derket û hate efûkirin, pê hesîya ko kurdekî bi xayîntî gilîyê wî ber hukumetê kiribû. Lê Erebê Şemo ew neda mehkemê. Digot, bira nebêjin ko kurd şikyatê hev dikin.
•Piştî mirina wî ji alî hukumeta Ermenîstanê da “Xelata lîtêratûrayê ya ser navê Erebê Şemo” hate kivşkirin.
•Bîra wî digihîşte dereca fantastîkîyê. Çaxê bi yekî ra dipeyîvî, heta çend bavên wî nas dikir û yê himber bi wan zanebûnan şaş-metel dihîşt.
•Li ser dîwarê xanîyê ko Erebê Şemo lê dima, li ser kevirekî mermer bi rûsî weha hatîye nivîsandin. “Li vê malê nivîskarê kurd, bolşêvîkê kevin, xebatkarê civatîyê yê bi nav û deng – Erebê Şemo Şamîlov jîye”. Mala wî li navbenda bajarê Yêrêvanê (soqaqa Abovyan, 7) ye û ev nivîs niha jî li wir e.
•Têma doktora keça Erebê Şemo – Zînê, derheqa jîyan û karkirina wî da bû.
•Erebê Şemo endamê Akadêmîya Kurdî ya Bexdayê bû.
•Ew ji mala şêxa bû û dikaribû şêxîtîya xwe ji bona kara xwe bi kar banîya, lê temamîya jîyan û xebata xwe da li dijî wan kesan derdiket ko dîn kiribûn bingeh û dest davêtine kîsê milet.
•Pirtûkxana wî ya malê pir dewlemend bû. Gava pirtûkeke sîyasî dixwend û didît ko milet çawa serxwebûna xwe sitendine, ew cî bi qelemeke sor îşaret dikir û li ber jî dinivîsî: “Kurd gerekê çev bidine wana”, “Kurd gerekê dostên awa ji xwe ra peyda bikin”, “Ji bo kurda riya tek-tenê ev e...” û yên din.
•Bilî ko Erebê Şemo nivîskarê mezin bû, ew herwiha wek merivekî gelekî xwendî, bal serokatîya Ermensîtanê û herwiha tevaya Sovyeta berê jî, nûnerê gelê kurd bû.
•Sala 1958an, gava Barzanîyê Mezin hatibû Ermenîstanê, Erebê Şemo, serokê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan û Barzanîyê Mezin nameyek amade kirin bona serokatîya Yekîtîya Sovyet derheqa zêdekirina wextê radyoya kurdî da. Mistefa Barzanî ew name bi xwe ra bire Moskow. Û piştî çend mehan wextê radyoyê bi du caran va hate zêdekirin.