Gönderi

LÎSTIKA KEVNAR ; GOGA GARANİ
Dû re Waşer deng da û got :"Ji bo çend gotina, min guhdarî bikin!". Di goga garanê de kî xwe zû bigihîne bîstî ew bi ser dikeve. Kengî dengê dûdûkê hat, lîstik betal e û her biryara min derbasdar e! Goga garanê, bi gogeke piçûk û bi daran tê lîstin. Gog, bi daran tê ajotin û ji xeynî dar her tişt qedexe ye! Ji bîr nekin! Darek nikare du caran li ser hev li gogê bikeve. Li herdu aliyan du çalên kûr hene û armanca lîstikê jî ev e ku divê gog bikeve nava çalan. Tu carî kes nikare ji sê metrayan zêdetir nêzîkê van çalan bibe. Hûn xetên xêzkirî dibînin, gog çiqas ji dûr ve were bikeve çalê, hejmar jî di gorî wê nirx hildide! Zagonên din hûn jî dizanin. 27.....
Sayfa 27 - MorîKitabı okudu
·
233 views
Serhevde okurunun profil resmi
Dema ez zarok bûm xortên gundê me li mêrgên bin gund de vê lîstikê dileyîstin. Li Bazîdê me jê ra digot Hola Garanî. Zarokatiya min hat bîra min. Rojên pir û pir xweş bûn 😁
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.