te dipirsim ji mêrg û zozanên feraşînê
dibêje;hey can...
ma ne ew zarokê min bû
di paxila min de za û mezin bû
mîna berxeke biharê zirav û porhene
herin temaşe bikin
hîna jî dewsa lîstikên wî mane
li ser rûçikê kanîkê min ê sar.
lê ez çi bikim lawiko
ji min re nebû yar,
wekî bazekî hêlîna wî nedîyar
fir da û çû ji nav lepê min ê evdalê
bagerê min bû çûkek ji çûkên demsalê.
te dipirsim ji tax û kolanên colamêrgê
dibêje; hey loo...
ma ne ew ciwanê min bû
ez baş dizanim ka çi birîneke kûr dil pêçabû,
mîna cembelîyê mîr û sêxê sen'an
herin guhdarî bikin
nav û dengê evîna wî digerîya li cizîra botan
lê ez çi bikim ciwano
carekê bûbû hevparê hizrên ahmedê xanî
derdê giran aramî çi ye nedizanî
lewma bergehê xwe kiribû çiya û banî
meşîya û çû li ber dilê min ê kovan
bagerê min bû çîrokek ji çîrokên şevan.
te dipirsim ji gelî û newalên çiyayê simbilê
dibêje;hey wax hey wax...
ma ne ew şervanê min bû
çend roj û şevan mîhvanêmin bû
mîna pilingekî jîr û aza
erd kir doşek esman lihêf
li ser sîng û berê min raza.
ji ber vê ye zinar û lat,gir û ber
tev de dinasin hevalê'm bager.
ma ez we re çi bejim...
gelek evîndarê min hebûn wek bager
her yek ketibû vê bengiya bêveger
mirîd û derwêş û hawarî bûn
ji bo niştiman can gorî bûn
lewma ne pirsin gelî birano,nepirsin!
ew jî yek wan bû şervanê rê-dûr
milîtanê rojhilat
dildarê bakûr
xumexum diherikî wek ava xabûr
geh li ba min bû geh qetand sînor
xebat dikir têkoşer bû li nav hevalan
geh li zagrosan bû geh li behdînan.
ew wek gulek bû vekir adarê
bayekî hênik li her êvarê
lê ez çi bikim hevalo, ez çi bikim.
zerya îlonê li payîza kor
tofanek qetîya li deşta mêrge sor
axê ramûsand xwîna egîdan
bagerê min gihîşt refê şehîdan