Bang, bang, milletê min, bang;
Hawar, ey gelê min;
Bang, bang, milletê min;
Ey gelê min bang!
Nê bîra we şikeftan de
Bûk û zarok şewitandin;
Camêrên Kurd êsîr birin,
Li ber çavan darde kirin;
Ey gelê min, ey!
Nê bîra we, malên Kurdan
Bi hezaran barkirin dan;
Welatê me belav kirin;
Ey gelê min, ey!
Çavên xwe vekin, mêze kin;
Em merov in, lê em seg in!
Çima dijmin li me dixe;
Xwûna gelê me vedixwe;
Ey gelê min, ey!