Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

144 syf.
·
Puan vermedi
Heta Dawîyê Bixwînin Xweyê Wehşên Di Hundira De!!
Wehşê di hundirê min de, wehşê di hundirê te de, wehşê di hundirê wî de... Kî dikare bibêje ku wehşek di hundirê min da tuneye? Dibe ku hin wehşên di hundirê hinek mirovan de, ji yê di hundirê hinek mirovên dina dijwartir yan jî baştir be. Lê ez bawerim di hundirê me te va de wehşek heye û hinekên ji me li dijî wî wehşî dertên lê hinekên me jî wî wehşî roj bir roj dijwartir û mezintir dikin! Lê em tev car caran, hin wextan dibine koleyî wî wehşî û em xwe dispêrin wî. Wî wehşê hin caran dibe sedema kuştina mirovekî, wî wehşê dibe sedema hezkirinek ê, wî wehşê dibe sedema dilmayînek ê... Wî wehşê ku li gor berjewendiya mirovekî dimeşe. Gelo em ê bikaribin wî wehşî? Ez qet ne bawerim, lê heta ji me were divê em wî wehşî kedî bikin. Çikû dibe ku hinekên me pê hay nîn bin lê ew wehş çi qasî mezin û dijwar dibe em ji xeynî wehşê di hundirê xwe de wehşê di hundirê her kesî de dibînin. Û her kes dikeve şiklê wehşan li ber çavê mirov. wehş jî naqedin ji ber wê. Û ez dibêm qey heta em wehşê di hundirê xwe de kedî nekin yê herî wehşê ku dikeve şiklê mirovan de em ê bin. Ji dawîya pirtûkê; Gava ez derketim kolanê, bi komeke wehşên ku hatibûn serxweşiya diya min re rû bi rû mam. Ji min we ye ku çavên min, min dixapînin lê ne wiha bû. Ne tenê kesên li pey cenaze bibûn wehş lê belê hemû kesên derdorê ketibûn kirasê wehşan. Wehşen cur bi cur û cihêreng. Her wehşeki diruvên xwe yên dema ku mirov bû parastibû lê ji mirovayetiya xwe qut bibû. Wehşek ne mîna yê din bû. Tiştê hevbeş yê di navbera hemûyan de terî bû. Tiştê bala min kişand ew bû ku ne xema kesekî bû û haya wan ji wan guhertinen ku bi wan re çêbibûn tunebû. Mirov bi dîmenên ku min didîtin bawer nedikir. Komeke mezin a ji wehşan diya min sipartin gorê û dest pê kirin ax bi ser laşê wê de kirin. Diya min a dilpak a ku di hemû jiyana xwe de pesnê cîran û nasên xwe yên diltenik û baş dida, nizanibu ku êdî hemû bûne wehş û ew bi destê wan wehşan niha di bin erdê de te veşartin. Li ser rê ya vegerê min çavên xwe li mirovan geran din. Min nikarîbû mirovekî tenê jî bibînim. "Dibe ku ez mirovê heri dawi bim li vi welati", Vê ramanê tirseke mezin xiste dilê min. Min deste xwe da çermê xwe, wekî her dem û bê mû û pûrt bû. Dibe ku bêyî haya min jê hebe teriyek bi paşiya min ve şîn hatibe. Min deste xwe dirêjî paşiya xwe kir û li teriyê geriyam. Tiştek neket ber deste min. Ez vegeriyam malê, li oda diya xwe ya mirî ez li neynika mezin geriyam. Li ber neynikê rawestiyam. Rengê min ne dûrî rengê wan xelkan bû yên ku berî kelikekê ji wan reviyam. Ew pûrta ku çermen wehşan di bin xwe de veşartibû, hemû laşê min jî veşartibû. Her du guhen min hineki dirêj bibûn û bêvila min di orta rûyê min de kûr û ber bi jêr ve çûbû. Gava ez li xwe zivirîm, min dît ku teriyeke dirêj û pûrtgirtî bi paşiya min ve daleqiya ye û mîna benê sêdarê li hev geriya ye. Ez ji neynikê dûrketim. Bi hêviya ku destê min, çavên min derewîn derxîne, min ew li laşê xwe peland. Ji min ve wisa xuya bû wekî ku ti guhertin di laşê min de çênebûbe Ez ji nû ve li ber neynikê sekinîm. Ez wehşek bûm. Heyirimayî, mina miroveki destjêkirî di nav ava guman û taswasan de avjeniyê bike li min hatibû. Kîjan ji wan laşê min ê rast bû. Ev laşê ku ez destê xwe lê dipelinim, an jî ew laşê ku di neynikê de dixuya? (Rûpel 144) Werin gelî xwendevanno em li ber neynika dilê xwe bisekinin û em wî wehşê di hundirê xwe de kedî bikin! Bi kedî kirina wî wehşî ra em ji bo berjewendiyên xwe dilê kesî nehêlin. Em li hev gohdar bikin. Em li derdê hev miqate bin.... Helîm Yûsiv bi vê romana xwe hovîtiya şexsî bi wehşiyeta polîtîk ve girêdaye. Yanê Serok, peykerên serok, zilamên serok... Werhasilê serok di pirtûkê de zehf derbas dibe. Her tişt li gor berjewendiyên serok dizivire. Wekî di vê jîyana rastî de jî mirov dibîne ku her tişt, pirên gela ji bo serokek û ji bo berjewendiyên serok çawa diçe û tê di pirtûkê de jî ev tişt baştir tên famkirin. Û Helîm Yûsiv jî niviskarik ji nivîskarên me yî hela Rojava ye (Sûrî). Hûn di pirtûkê de jî dîsa fam dikin ku neyar e'ynî ye, nayê guhertin, dişibe wekî neyarên dina... Wekî din di pirtûkê de evîn, hevaltî... Cîh digirin. Jêrzemîna pirtûkê gelek û gelek qelew e. Destpêk û dawîya pirtûkê jî zehf balkêşe lê navîna pirtûkê piçek sekinandiye. Zimanê pirtûkê jî gelek xweş û herikbar e, xwendevan pê aciz nabe. Xwedî derkevin li nivîskare xwe LÊ HAY Jİ WÎ WEHŞÊ HUNDİRÊ XWE HEBIN Û ZÛ WÎ KEDÎ BIKIN KU HÊJA ZEHF NEBÛYE DERENG!!!
Wehşê Di Hundirê Min De
Wehşê Di Hundirê Min DeHelim Yusiv · Peywend Yayınları · 201823 okunma
··
1.691 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.