Çevê(dil, bîrûbawerî, nêrîn, raman) Mishefê, her li ser welat û gelê xwe ye .Hîn caran gilî û gazincan dike (#176948229)
. Hîn caran hêrsa tîne ( #176888965) ji êlê ji qewmê. Lê dilê wê\î maye li pey êlê, qewmê, netewê. Tu caran naxeyide. Û tu caran derî negir e. Her çi qas bêhêvî, bêçare, bê xwedîbe jî hêviyek mezin ( #176954047) dimerifîne. Bi tena serê xwe peyva("qaîlm") dawî him hêvî û gumanan him jî bêçaretîya Kurmanc tîne .Ev peyv dikare bibe sernava vê pirtûkê û hemî helbesta. Ber ku gelemperî di helbesta de qaîl bûnek ne ji dil heye. Gilî û gazinc Xwedê jî dike #176884671
Çevê Mishefê çevê helbestvan xwe ye. Hemû helbest bi bizava #dengbejesk hatine nivîsar. Hestan di deyla makeziman de diecidiine, mîna şiverêya derzîyê ku laşê mirov de. Zirav û kûr dimeşî ne . Bi hûrgilî (rêsandina têşî ye, kulamê Rewanê, hîna keviran, moriyê nîviştê. Laçika sipî, sipîndar,Kirîv,dest û porên bi hene,şekire ku sindoqa da veşartî)
Û qaliben
(Piştî sê danan, heft qewlan danzdeh qiraran) resen ên serêkaniya makezimanê dihun e .Êş, êşa Kurmanc;Êşa bê navber, êşên gran bi morî yen nivşta haniye ziman . Metaforê wek "Keriyên Kewên Baskkur,
Kilên Çavên Êşan. " him têgehên çandî him jî kûrahiya zargotinê eşkere dike.
Helbest hema bêje du payê wan li ser koçberiyêne, koçberiya ber bi mirinê, ber bi tune bûne. Di pêşa makê, ji makeziman ê. Li dengbêjesk. Bi qewlê dengbêjan. Teşiya xwe direse, Teşiya zargonê, zargotina. Zar û zimên.
Helbestvan di helbestên xwe de bi rê û rêbazên nûvenivîsê ve, çîroka Rizgan û Nûrê, Filîtê Quto û a Keça Keşîş Extirmanê ser hîmê makezimanê qal kiriye.
Êşên ku li ser vê axê hatî jiyîn Gelî bigire heya Helebçe, Kobanê, Û ên ku Ûrisêtê. Livo Livo qal kiriye. Helbet ev êş ne tenê a Kurmanc bû a qulingên Kiriv Ermenan bû jî. Û a jina bû jî, jinên bî.
Helbestvan
Çevê Mishefê) va bu xwediyê yekemîn berhema di şopa Bizava Dengbêjesk çûyî. Û di qada edebîyata cîhanê de wek şa'îr ê dengbêjesk cihê xwe girt.
(#176847097)