-Ê, pak, te çawa zanî bû, ku kurmancê ji Tilbîsê hatî ez im?
-Zef hêsa, Misto cab da, Wexta tu û hevalêd xwe va jor da dihatin, ser wan xişir û keviran ra ewna lingê xwe tirsê-tirs davêtin, lê tu, tu bê tirs û bêperwe dihatî, ji wê derê min tê derxist ku tu kurê Kurdan î. Te kevir, kuçik, rêyêd ûsa zef dîtine