Rojnamevan behsa bedewiya bajaran û paqijiya keviyên riyan û rêhêsaniya ji bo otomobîlan kir. Lê Seryas behsa bedewiya çilmisî û jidestçûyî ya xwe û wan zarokan kir ku ji ber nebûna avê divê xwe di nav ava gemarî de bişon. Rojnamevan behsa vegera gundiyan ji bo gundên xwe kir. Seryas behsa vegera mirov li jiyaneke mirovane kir. Rojnamevan behsa wan zeviyên wêran kir ku bendewariya dest û tiliyên wan dikin. Seryas behsa bi sed hezaran zarok û cianan kir ku careke din ne li bajaran û ne li gundan dikarin rehet û asude bijîn.”