Mem û Zîn
Perdê tu ji ber gulan hilîne
Bî sebriyê bulbulan bibîne
Xendan bike 'xunçeya dehanê
Nalan ke hezarê dasitanê
Serxweş ke li gerdenê guharan
Sersem ke cunûn û dîn û haran
Meyxwer ke melan bi 'xenc û nazan
Şeyxan tu bişîne ber berazan
Destûr bide bisk û zulf û xalan
Agah bigêrre ehl'halan
Ehmedê Xanî
Jêrenot
Bî: bê
Xunçe: bişkoj
Dehan: dev
Hezar: bilbil
Dasitan: çîrok
Hezarê dasitanê: bilbilê çîrokê, mebest Xanî bixwe ye.
Hezar destan: bilbilê ku bi hezar awayî dixûne