Bi sêr û sur e,
Cewahir, dur e
Zimanê Kurdî...
Bi xemil û rewş e,
Şêrîn û xweş e,
Zimanê Kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê Kurdî...
Kewkeba çiyan e,
Kubra teyran e
Zimanê Kurdî...
Qezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê Kurdî...
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê Kurdî...
Şûrê Berzan e,
Nûra erşan e
Zimanê Kurdî...
Mertala me ye,
Dest pêşmêrge ye
Zimanê Kurdî...