Bi sêr û surr e,
Cewahir, durr e
Zimanê kurdî…
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e
Zimanê kurdî…
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e
Zimanê kurdî…
Gewgewê çyan e,
Kubra teyran e
Zimanê kurdî…
....
Bira dinê hogir hebin şibhê Çekan, şibhê Tajdîn
Bira dinê muhbet hebe mîna huba Memê û Zîn,
Bira dinê Bekir bimrin, bimrin xayîn, bimrin durû,
Ku hilneşin bircê hubê, welnegerin ew deverû
Birê şîrintir çi heye, bêje,
Bêje, çi heye birê şîrintir,
Hub-hizkirina şewat û agir,
Kizîna lap kûr, şewata lap gurr.
Bêje, çi heye birê şîrintir,
Ew e çar-mikan, gumana sibê,
Birao, nekî kengê girî tê,
Birao, nekî kengê bîn dertê.
Bira ye axir bîna ber mêriv,
Ew lewza şîrin kengê bye ‘êrif,
Axir bira ye tim teyaxa dil,
Derdê biratîê nevîne kevir,
Ew derdê giran şipûk e, agir…
NAZÎÊ ZERÎÊ
Çî te ra nin dêmê gulî,
Çî te ra nin çe'vêd reş,
Tu hubê ra ne 'evdal î,
Tu gede yî, sewdafe'ş.
Tu çi zanî nazîê zerya,
Tu çi zanî huba dil,
Gelo rokê dil te helya
Bona dêmê min î gul?
Şikoyê Hesen