Pîrê Xerabatê

Pîrê Xerabatê
@Xerabat_Piri
Gulê baxê Îremê Bohtan im Şebçiraxê şebê Kurdistan im Melayê Cizîrî (1570 -1640) Pau Vidal: Duzimanî teslîmîyet e. "Gazî hebe Hawar li dû ye."
30 okur puanı
Haziran 2022 tarihinde katıldı
Pirsxana berdest ... Herkê tu bi xwe çûyî nav guran, Qîlê tûjkirî neheq in wira? Herkê tu bi xwe dixapî her ro, Yên dixapînin, neheq in gelo? Herkê bi yekî ra kar dikî bê par, Heq e, ku dîsa derkevî deyndar? Herkê cimaeta Kurd bê weten e, Xerîta dinê li me nakene? Çerkezê Reş Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd Ên Sovyeta BerêAntologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd Ên Sovyeta Berê
Kurdî
Reklam
Min ji William Shakespeare xwandibû, ku digot: "Dostanî ser hizkirinê ra ye, dostanî ji evînê buhatir e".... Ez gelek cara ser vê fikira ecêb disekinîm, min meraq dikir çira gelo ewî usa gotiye? Paşê, gelek dereng ez ser va çûm û min fehm kir, wekî evîn dikare yekalî be, bê bersiv be, lê dostanî yekalî nabe, ew tim dualî ye. Dostanî bawarîpêanîn e, îtbar e, ne mumkun e bixapînî, ne jî xiyanetê lê bikî, ew di rojên teng da pişt e, ewê tu car nehêle tu bikevî. Çavkanî: Jiyan û Bîranîn Welatê Me Kurdistan e Aslîka Qadir
Kurdî
Ez û Yar Çavbeleka min ti wî Por xelaka min ti wî Surmeleka min ti wî Ê dil bi kovan ez im Surperiya min ti wî Dêm zeriya min ti wî Şengebiya min ti wî Jar û perîşan ez im Bejinbilindê ti wî Pir gewr û rindê ti wî Wek mûm û findê ti wî Ê dil bi sozan ez im Cegerxwîn Şefaq (Diwan 6)Şefaq (Diwan 6)
Kurdî
Dilo Rabe Dilo rabe dilo rabe Veke çavan ku êvar e Nezan û bes di xew da be Bi newmê ra mebe yare ... Eya bê kesê bê xîr e Yeqîn eqlê te texsîr e Te ya can da bi ya pîr e Tu dest jê berde sehhar e Dilo ya pîr bi kêr nayê Eger aqil û zanayê Mebe yoldaşê dunyayê Ne yoldaşek wefadar e Dinê xelqno bi kê maye Belê qenc e û mezra ye Ji xêran ra Xwedê daye Xebatkar bin ku ev car e ... Feqiyê Teyran Feqîyê TeyranFeqîyê Teyran
Kurdî
Kol î poşman bi parsê ketibim li kolana te evdal li devderiyê te qereçî têr bike vî dilê birçî keçê, ka maçekê! tê bidî ji gerdenê bide ji keviya hinarkê ji kaniya lêvê te bivê dibim mêvan te bivê şevê dikim deman te nevê, vedigerim ji devê derî dest-vala û kol î poşman! Arjen Arî Ev Çiya Rûspî NeEv Çiya Rûspî Ne
Kurdî
Reklam