Gönderi

Çend peyvên devokî yên li Herêma Serhedê, di deştên Bazîd û Îdirê da tên bikaranîn. 🔸Endir: Ji bo matmayînê tê bikaranîn. Wek OMG, no way. ▪ Endir tu 25 salî yî!? 🔸Akî: Di dewsa heke/herge/ger da tê bikaranîn. Wek if. ▪ Akî te ji min ra negota, ez ê xemgîn bûma. 🔸Lêja: Di slang'a Kurdî ya Serhedê da ji bo of course tê bikaranîn. ▪
··
1.229 görüntüleme
Şeyma okurunun profil resmi
"Akî" û "ney" cara ewil dibihîzim. Di şûna "ney"ê da em "tu nebê" bikar tînin. Xamûrî û panosî dibêjin akî, akîna, ahakîna, lê di wateya "wiha,welê" da bikar tînin ya tu behs dikî tiştekî dî ye. Jixwe têgehên din ji aliyê hemû Serhedîyan ve tên bikaranîn, bi formên cihê ve: Endir/ endirrik/ errik û hwd.
Serhevde okurunun profil resmi
Akî ya ku tu dibêjî, ji ahakî tê. Gelek bajarên Serhedê da ji wiha ra dibêjin aha. Ji bo ney ango megerê min ferhengan mêze kir lê peyveke din nedît. Hûn ji bo megerê dibêjin çi?
Şeyma okurunun profil resmi
Bo megerê: Me digot qey Mêrdînî ye, "tu nebê" filankes ji Agirîyê ye.
Serhevde okurunun profil resmi
Spas dikim xwîşkê
Şeyma okurunun profil resmi
Spas xweş brango
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.