Çend peyvên devokî yên li Herêma Serhedê, di deştên Bazîd û Îdirê da tên bikaranîn.
🔸Endir: Ji bo matmayînê tê bikaranîn. Wek OMG, no way.
▪ Endir tu 25 salî yî!?
🔸Akî: Di dewsa heke/herge/ger da tê bikaranîn. Wek if.
▪ Akî te ji min ra negota, ez ê xemgîn bûma.
🔸Lêja: Di slang'a Kurdî ya Serhedê da ji bo of course tê bikaranîn.
▪ +Endiiirr tu 25 salî yî?
-Lêja!
🔸Ney: Ji bo meger tê bikaranîn. Mîna it turns out'ê.
▪ Min digot ew ji hev hez dikin ney ew hevalên hev in.
🔸Qat: Wekî when, di dewsa gotina 'dema ku' da tê bikaranîn.
▪Qatê min tu dîtî, ez pir şa bûm.
🔸Zat: Ji bo peyvên nothing, so so, never tê bikaranîn.
▪+ Çima wisa dikî?
-Hema zat.(wekî nothing)
▪Ez zat neçûme Rihayê. (Never)
🔸Tey: Wekî isn't it'ê ji bo 'ne wisa?' tê bikaranîn.
▪Tey min ji te ra gotibû ew diz e.
🔸 Hemî: Hinek dişibe already û however'ê lê peyveke beranberê wê di îngilîzî da heye an tune nizanim. Ji bo rewşên ku mirov dibêje "jixwe te filan tişt kir, te tişteke wiha jî pê ra bikira" tê bikaranîn.
▪Hemî tu hatî, xwezî te birayê xwe jî bi xwe ra bianîba.
Her wiha di dewsa of course da jî tê bikaranîn.
▪Tu dewlemend î hemî ew ê dexesîyê bikin.
Ew gotin li cem we jî tên gotin an na? Û di herêma we da jî gotinên devokî çi hene ji kerema xwe hûn dikarin binivîsin.