Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

JI ÎNSAN RE ÇIQAS AX DIVÊ ... Pahom pirsî û got: -Baş e, îca wê bihayê erd çibe? -Biha her daîm eynî ye. Rojê hezar ruble. Pahom tiştek fêm nekiribû. -We got roja wî? Pîvana we li gor çi ye? Ev çend hektar dike? Serok got: -Çawa tê hesabkirin em nizanin. Em erdê xwe bi hesabê rojê difroşin. Di rojekê de hûn li dora çiqas erd herin û werin ew erdê we ye, bihayê me jî rojê hezar ruble ye. Pahom behitî û got: -Lê însan dikare di rojekê de li dora erdekî pir fireh here û were. Serok keniya û got: -Dê gişt bibe yê we! Lê şertekî min heye: Ger ku hûn di heman rojê de venegerin û negihîjin ciyê destpêkê, wê perê we ji destê we here. ... Pahom di xewna xwe de dît ku ew bi xwe ji bo ku yê li erdê dirêjkirî kî ye fêm bike bi baldarî lê nihêrt. Dît ku zilam mirî ye û ew jî ew bi xwe ye. Di nav tirseka bi saw de şiyar bû û ji xwe re got: "Însan di xewna xwe de çi dibîne çi nabîne." Dema li dora xwe nihêrt di deriyê vekirî de dît ku hindik maye tav bavêje. ... (Di dilê xwe de got:) "Ez sê mîlê din jî herim, paşî dê vegerim çepê. Ev qismê erd pir delal e, ger winda bikim wê heyf be. Însan çiqas bi pêşve diçe erd jî ewqas ji çavê wî re xweşik xûya dike." ... Dîsa fikirî û got: "Ezê çi bikim, ji ber ku min ji pêdiviyê zêdetir erd da ber xwe, karê xwe yekcar xera kir. Di dinyayê de berî roj here ava ez nagihîjim wir." ... Û wiha fikirî: "Niha erdê min heye, lê gelo wê Xwedê bihêle ku li van erdan bijîm? Mirim ez mirim! Ezê tu carî negihîjim nuqteya gihanekê!" ... Serê palê hêjî ronayî bû. Gihîşt serê qot û şewqe dît. Serokê Başkiran li ber şewqe herdu destên wî di kêlekên wî de rûnştî bû û dikeniya. Dîsa xewna Pahom hat bîra wî û qêrîn jê çû. Êdî çokên wî giraniya wî hilnedigirtin, li ser dev dirêj bû destê xwe dirêjî şewqe kir. Serokê Başkiran bi qîrîn got: -Zilamê baş, gelek erdê wî çêbû! Xulamê Pahom bi bazdan hat, ji bo wî ji erdê rake hewl da, lê dît ku ji devê efendiyê wî xwîn tê. Pahom miribû! Başkiran bi niçe niça zimanê xwe xemgîniya xwe nîşandan. Xulamê wî rahişte bêrê û goreka di meznahiya ku efendiyê wî tê de bi cî bibe kola û efendiyê xwe di wê gorê de veşart. Perçeyek erdê di dirêjahiya sed û heştê santêmî de, ku ji serê wî heta paniyên wî, têra Pahom kiribû û zêde jî mabû. Lev Nîkolayevîç Tolstoy (1828-1910)
Însan Bi Çi Dijî
Însan Bi Çi Dijî
·
147 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.