Beyta Hetem
...
"Siwarê şêt û dîn e
Navî bo me bixwîne
Elî an Elî nîne"
Hetem got: Ez Elî me
Kesê ez nedîtîme
Bo serê we hatîme"
"Ey hewar Mukbet hewar
Hatiye me tek siwar
Elî şêrê cebirkar
Pê nawestin sê û çar”
Sibê digel beyanê
Wekî tavya baranê
Kafir xişyan meydanê
Ew caniyê dûvbirî
Pê li terman digirî
Hetem ser piştê firî
Kafirê Xerdelîse
Yê direwît wekî se
"Elî neken xilase"
...
Ew kafirê Xerdelî
Ew mel'ûnê nav qelî
Got: "Birin serê Elî"
Hetem girtin kotane
Ser lê birîn b' gûzane
Gelekê ezab dane
Kafiran bû tilîlî
Evro roja me hilî
Me birî serê Elî
Kafiran bûye şahî
"Me jê kuştî berahî
Dinyayê bû tenahî"
Gotin: "Canî bigirin"
Dora canî d'zivirin
Çi çare pê nebirin
Canyê Hetem dûvbirî
Xarek îna û birî
Nav kafiran da firî
Canyê Hetemê Qureyş
Yekser hate derê hewş
Ji xwe bijand xwîna reş
Elî çûbû nivêjêo
Dît çipkeke xwînêo
Zivirî hat malêo
"Ey Qembere Qembere
Duldulî bîne dere
Sotin dil û cegere
Sefera Hetem keft bere"
...
Şêr Eliyê gulgulî
Wî birî dane milî
Rawesta ser Duldulî
Elî Duldulî xurî
Xarek îna û birî
Kafir kirin birbirî
Kafiran kir hewar e
Me pê nîne çi çare
Ya me revîn û xare
Kafiran kir bangîne
Me çi çare pê nîne
Ya me xar û revîne
Ey hewar Mukbet hewar
Hatiye me yek siwar
Elî şêrê cebirkar
Pê nawestîn sê û çar
Mukbet kerê Xerdelî
Li kolanê hilhilî
Qebaxek kire Elî
Mukbet e çi Mukbet e
Fêris e, hizîmet e
Navyanê l' xwe didete
Zulfeqarê kêşandî
Jor da yê daweşandî
Mûyek jê nebizdandî
Zulfeqarê emîn e
Li min nebe xaîn e
Min çi kes vêrê nîne
Gotê: Eya Zulfeqar
Nekelêşî heta xwar
Dê te b'kem hûrdebizmar
Elî gotê: Ev car e
Helkêşa Zulfeqare
Serî da, binî çû xware
Zulfeqar wek bayekî
Mukbetê wek gayekî
Her kerek çû layekî
Elî lawê karxanê
Bi quweta îmanê
Şîrî diket colanê
Seran dibet holanê
Kes nehêla meydanê
...
Beyta Hetem, di edebiyata Kurdî da nimûneyeke baş e ji bo cûreyê cengnameyan. Cengname ji bo metnên menzûm an jî yên pexşan ên behsa mêrxasî û qehremaniya lehengên dînî û netewî yên di şer û lêkdanên digel dijminan da tê gotin.
Di edebiyata Kurdî da em dikarin beytên behsa şerên Hz. Elî, Hz. Umer, Hesen û Huseyn, Mihemed Henefiye, Rustemê Zal, Hetem û Silêmanê Sindî dikin ji bo cengnameyan wekî nimûne bidin. Herwesa beyta Sîseban û Beyta Kekemîr ji em dikarin wekî nimûne ji bo vî cûreyê edebî bidin. Beyta Hetemî jî behsa mêrxasî û qehremaniya yekî bi navê Hetem dike.
Der barê nasnameya Hetem da em gelek tiştan nizanin. Wesa diyar e eve lehengekî efsanewî ye û ev serhatiye jî xeyali ye. Wekî ji beytê diyar dibe Hetem xortekî cihêl û lawekî sinêle ye.
Dibêjin carekê Hz. Pêximberî (s.) hevalên xwe kom kirin û ji wan xwest yek biçe hinek goştnêçîrê bîne. Hetem gote Hz. Pêximberî (s.): "Ez dê biçim goştnêçîrê bînim." Di wê navberê da qralekî kafiran hebû bi navê Xerdelîs. Wî xewnek dîtîbû ku yekî di xewnê da digote wî zewala te bi destê Îmamê Elî ye. Lewra ewî ji bo kuştina Îmamê Elî pîlan dikirin. Dema Hetem ji bo nêçîrê diçe deşt û beyabanê, rastî leşkerên vî kafirî tê.
Hetem hizir dike ku heke xwe wekî Îmamê Elî bide nasîn, kafir dê ji wî bitirsin û xwe wekî Elî dide nasîn. Kafir jî dibêjin: "Ewê em esmanan lê digerin, li erdan dest me keft." Hetem bi tena serê xwe li hemberî ordiya kafiran şerî dike. Piştî şerekî dijwar yê di navbera Hetem û kafiran da, Hetem tê kuştin. Hespê wî ji wê derê direve û tê mala Îmamê Elî.
Îmamê Elî tê digehe ku Hetem hatiye kuştin. Ew jî ji bo tolvekirina Hetem qesta kafiran dike. Dema tê li nav kafiran, dibîne ku kafir wesa bawer dikin wan Îmamê Elî kuştiye. Paşê Îmamê Elî nasnameya xwe diyar dike û şerî digel kafiran dike. Di şerî da mêrxas û lehengê kafiran ê bi navê Mukbet ji aliyê Îmamê Elî ve tê kuştin.
Di beytê ev rûdanên şerî hemî bi rengekî efsanewî û ne beraqilane tê vegotin.
Me ev beyte ji devê H. Mistefayê Gareyî û H. Dirbaz Çavşîni wergirtiye. Beyt nêzîkî sed û pênceh bendî ye. Piraniya bendên beytê sêrêzî ne û her ristek ji heft kîteyan pêk hatiye. Beyt bi seliqeyeke bilind û xweş tête xwendin: