Pirsxana berdest
...
Herkê tu bi xwe çûyî nav guran,
Qîlê tûjkirî neheq in wira?
Herkê tu bi xwe dixapî her ro,
Yên dixapînin, neheq in gelo?
Herkê bi yekî ra kar dikî bê par,
Heq e, ku dîsa derkevî deyndar?
Herkê cimaeta Kurd bê weten e,
Xerîta dinê li me nakene?
Çerkezê Reş