Beriya her tiştî vêya bibêjim, herçî vê pirtûkê nexwîne bila mal da bimîne :)) Ya rastî ji aliyê nirxandinan ve hinekî qels im, hewqas pirtûkên serkeftî dixwînim lê bi xwe re nabînim di derheqê wan de du sê rêzikan bidim ser hevdu. Lê ji ber mijara pirtûkê min xwe mecbûrê vê yekê dît. Dixwazim wek pêşniyar jî li vir bimîne.
Mijara berhemê, li ser bavekî û hesara ku ji bo hepskirina kulfeta xwe ava kiriye, hatiye hûnandin. "Bav" di vir de serdest e, jin û zarokên wî jî girtî û koleyên ber destî wî ne. Hemû malbat, bi wê xeyalê ve dijîn ku rojekî ji hesara wî "bav"î rizgar bibin û azadiya xwe bi dest bixin, lê mixabin heta kûçik û cûcikên wê hesarê jî bi hawayekî nedîtî ji hêza "bav" ditirsin, bawer nakin ku ew bav rojekî bimire jî ew bi destekî şûştî jê xelas bibin.
Dawiya dawî, nixûriyê malê, digire "bav"ê xwe dikuje, wê hesarê ji wê bindestiyê rizgar dike. Lê mixabin ew malbata ku heta wê kêlîyê jî dixwestin mezinê xwişk û birayan, wan ji vê bindestiyê rizgar bike, piştê kuştina bav û mêrê wan, ew dibin dijminê nixûriyê malê, wê hesarê ji nû ve jê re dikin zindan. Kujerê bavê xwe li hemberê vê helwesta malbata xwe gazinê xwe dike û dibêje: "Min nedizanî hûn şevşevok in û evîndarê tarîtîyê ne" (83). Belê ew kesên di wê hesarê de, hewqas hînê wê bindestiyê bibûn, dema ji vê bindestiyê rizgar bûn nema bizanibim çawa tevbigerin, bi ku ve biçin. Ev yek, nîşaneya aşiqbûna celladê xwe ye, bi awayekî serkeftî di romanê de jî li ber çavan hatiye raxistin.
Têgeheke din a ku di vê romanê de derdikeve pêşberî me "bavkuştin" e. Dîroka dijmintiya di navbera kur û bavê de, xwe dispêre mîtolojiyên serdemên kevin. Mijareke kevnare ye û di gelek cureyên hunerê de jî bi awayekî serkeftî cihê xwe girtiye. Çi rasthatineke sosret e ku di van çend pirtûkên dawîyê de, li rastê vê têgehê hatim. Tewr, du roj berê min fîlmeke A. Kiarostamî temaşe kir, dîsa behsa heman mijarê dikir. Nefreta li dijî bavê, di edebiyata Kurdî de, ji girîngtirîn têgehan e û hêjayê xebeteke qewî ye.
Welhasil, vê pirtûka pîroz bixwînin û bidin xwendin. Spas!