Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Bîranîneke nebîrkirî Ji rûyê ne yekîtiyê û bêxemiyê dîrok ji gelê kurd ra bûye avbez. Gellek ewledên vî gelî - mêrxas, rêvebir, dîrokzan, zaniyar, helbestvan, nivîskar, hunermend û yên mayîn hatine dunê, mêrxasî kirine, xuliqandine, efrandine, nitirandine, teqil dane pêşdaçûyina dîrokê, jiyanê, lê zû hatine jibîrkirinê, yanê ji avbeza dîrokê ew kesana tevî sêlafeke mayîn kiriye û hineke din ji wan bar û pişt bûne. Sedem çi bûye? Ya here mezin - bê dewletî! Paşê jî bêxemî! Çarenûsa dersdar, helbestvan û ulimdar - Emînê Evdal jî li vê bêxemiyê aliyaye. Sala 1906an bineliyên gundê Emençayîrê, nehiya Dîgorê, qeza Qersê gişkan bihîst, ku ji Evdalê Baso ra kurek bûye, navê wî danîne Emîn. Wê demê te ji dê-bavê zarokê, yanê ji hemû bineciyên gund ra bigota, ku ev tifalê bi hezar dijwarî mezin be, wê bibe dersdar, nivîskar, helbestvan û ulimdar, wê bi te bikeniyana, qerfê xwe bi te bikirana. ... Bêşik, mirov dikare hêjayîke zêdetir bide pirtûka "Heleqetiyêd pizmamtiyê nav Kurdan da". Ew berhem neynûkeke erf-edet, dîroka gelê kurd e. Di dawiyê da bi dilêşî dixwezim bêjim: - Ew nêzîkî salekê bû Emînê Evdal pirtûka xwe nivîsîbû, xilaz kiribû û destnivîsara wê bi biriyara Akademiyayê dabû weşanxaneyekê, bona çap bikin. Lê mirina malwêran ulimdarê gewre ji nav me bire axa sar; hesret, keser di dilê wî da man, ne hîşt ew berê kar-zehmetê xweyî giran, ya çend salan, bibîne. Fîlosofê Çînê Lao Dzî dibê: "Kî ku pey mirinê ra nayê bîrkirinê, ew her tim zindî ye". Gelê me jî dibêje: "Mamo ne li mal e, mala Mamo bi galegal e." We'deyê bê ew pirtûk wê çendik-çend caran bê weşandinê, û ew ê di nava Kurdzaniyê da ciyê xwe yê layiq bigire. Dersdar, helbestvan, nivîskar, ulmdar, destşewitiyê ser sêla gelê xwe - Emînê Evdal sala 1964an çû ser dilovaniya xwe. Rehma Xwedê lê be. Ahmedê Hepo (1934-)
Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd Ên Sovyeta Berê
Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd Ên Sovyeta Berê
·
210 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.