Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme
Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema
şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme
Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîrokê ser devê milet û komarê teme
Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê teme
Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme