Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Meya Eşqê
Min ji meya eşqê noşî ketime xefik û davê Her kêlîyê bi serxoşî diçime cem belekçavê Dilê jar radixime ber dibêm wer kêrê bide ser Heger qayîl nebî esmer didim ceger û hinavê Nagirim ez wî destî heger bikujî bi qestî Goşt veqetînî ji hestî bihelînî di bin tavê Fermandarê emir dabe divê evîndar geda be Di rêka wê da feda be mirin pê xweş be wê gavê Tevî ku rêyek dijwar e bi kelem e û bi xar e Hem eşqa wê mîna ar e lê ma ka çawa mi navê Eşqa Gulbihar nimêj e ol e dîn e hê ji mêj e Li ser çavan eger bêje fermo Îkram bike navê
Îkram Baban
Îkram Baban
ji bo dildara xwe nivîsîye û Încîl Selçûkê xwendîye. Belesebeb ez metheya wî nakim:) instagram.com/reel/Cnwp7JMBJA...
·
174 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.