Gönderi

Bilûra min, Dengê xwe berde! Dinya, mîna zarokekî berşîr, Ket dergûşa xwe; Dengê xwe berde, bilûra min, Û jê re bilorîne, Xema wê birevîne! Bilûra min tu î. Xemrevîna terkeserên dinyayê; Û li rohelatî Dema ko dinya hişyar dibe Ji xew radibe Ji me re Strana azadî û serbestiya Kurdistanê Binehwirîne, Û dengê wê stranê, bila, Mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn Bikeve nav dil û guhên me. Bilûra min, Tu î xemrevîna dilketiyên welat. Celadet Elî Bedîrxan
·
288 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.