Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Şox û şengê zuhrerengê Dil ji min bir dil ji min Awirên heybetpilingê Dil ji min bir dil ji min Wê şepalê miskê xalê Dêmdurê gerdenşemalê Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir dil ji min Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min dil bir bi talan Goşeyê qewsê hilalan Dil ji min bir dil ji min Dên nedîrê bo `ebîrê Xemrî û gîsû herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir dil ji min Surşirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir dil ji min Fetl û taban da xuraban Ebleq û cohtê şebaban Dame ber pence û kulaban Dil ji min bir dil ji min Xweşxeramê ez xulamê Nazikê şîrînkelamê Tûtiya eywanmeqamê Dil ji min bir dil ji min Mahirûyê miskiboyê Surpilingê şêrixûyê Wê bi zulfa şubhê goyê Dil ji min bir dil ji min Herdu weşman naz û xeşman Kê ji ber wan `eql û hiş man Sa`eta min dî bi çeşman Dil ji min bir dil ji min Mahitabê afitabê Dêm ji roj û şeb niqabê Xweş bi çengal û kulabê Dil ji min bir dil ji min Serwinazê serferazê şubhê zêr remza mecazê Dame ber çakûç û gazê Dil ji min bir dil ji min Bejn û bala tûx û `ala Min kirin vêk ra mutala çîçeka terhîn-i wala Dil ji min bir dil ji min Mîrê xazî şîrê tazî Vêk-i ran min dî bi bazî Kir li me j` xeflet ve gazî Dil ji min bir dil ji min Şîr û xişt in zulf û qişt in Hin veşarin hin vehiştin Pehlewanan dest vemiştin Dil ji min bir dil ji min Rohniya çehvên Melayî Ew tecellaya te dayî Ya ji Ehmed dil revayî Dil ji min bir dil ji min
··1 alıntı·
920 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Mstf okurunun profil resmi
youtu.be/VTbHa9CqNio Ne bê helbest, ne bê muzîk bimînin.
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.