Reng kewkebê rûyê sema, eşkan dibarîn her dema
Ger çi dilsozin dil emma, es sebru mîftah-ul ferec
Nalîn dikim wek bilbilan, dûr im ji bêhna sorgulan
Sebr û sikûna bi dilan, es sebru mîftah-ul ferec
...
Bûm serxweşê hicra nîgar, çêbû li dil daxek xeddar
Payîz e, dê bêtin bihar, es sebru mîftah-ul ferec
Yarê şepalê rû bi xal, ew nazika nûrîn cemal
Çi bikim carek neda wîsal, es sebru mîftah-ul ferec
Çi bikim hebîbek zalim e, lê ji neqsan salim e
Axir nekir perwa li me, es sebru mîftah-ul ferec
*Kewkeb-stêrk
*Eşkan- hêstir/rondik
*Neqsan- kêmasî
*Salîm- azade/parastî
*Es sebru mîhtah-ul ferec - sebr mifteya şefaqê ye. (Fecr -sibe, rizgarî, şefaq)