Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Giringiya Şerefnameyê bo Kurdan
Şerefxanê Bedlîsî(1543 -1603) bo berhema xweyî bi nav û deng Şerefnameyê dibeje: "Ji bo ku heta îro dîroknivîsan qet tiştekî di derheqê Kurd û Kurdistanê de nenivîsandine, min xwest li gor îmkana xwe di vî warî de kitêbekê binvîsim û navê wê jî deynim Şerefname. Armanca min ji vê jî ew e ku navê xanedanên Kurdan wenda nebin." Şerefxanê Bedlîsî: Sinor û kewşenê welatê Kurdan ku navê wê Kurdistan e, ji ser qeraxên Behra Hurmuzê -ku dikeve ser Okyanusa Hindî- dest pê dike û ji wir xetek rast dikişe û tê heta digihije herêma Meletyê û Mereşê, Welatê Faris, Iraqa 'Ecem, Azerbaycan, Ermenistana Biçûk û Ermenistana Mezin dikevin milê bakurê vê xeta han. Iraqa 'Ereb, Mûsil û Diyarbekir dibin başûrê vî sinorê han. Ji derveyî vê jî, gelek ji eşîret û qebîlên Kurd ber bi aliyê herêmên rojhilatê ve belav bûne û serên wan çûye gihîştiye herêmên rojavayê. Şerefxanê Bedlîsî: Gelek Kurd hene, ku tu wext û demê rêbirî û çetetî nekirine û şer û qirên nedîtine, lê, cardin xwe wisan dihesibînin ku ger bê û bi ser de biqewime, xwe ji bin wî barî xelas dikin. Kurd, lê giran nayê ku jê re bê gotin: "Gelek tişt bi zorê sitandiye", lê mirin jê re xweştir e ku jê re bê gotin: "Parsekî kiriye û çavên xwe li ber, li ha û li wir pahn kiriye." Em bi vê fermodeya han re ne ku hatiye gotin:" "Destê dirêj bê bi tamaya toza zîv Baş e ku bibirin tilî ji bo dang* û nîv" *Perekî kevin ê Îranê ye. Pêşiyan gotine: "Kesên tirsonek zêde mulahezeya neticeyên kirinên xwe dikin." Kurd, ji tirsa ku ewê navê wan tirsonek derkeve, gelek fikra dahatû û mulahezeya neticeya karên xwe nakin. Şerefxanê Bedlîsî: "Hemû dewlet ji Îttifaqê dizên Bêdewletî jî ji bêtifaqiyê" Evdirehîm Rehmî Hekarî : “Şerefxan nivîsî bo me tarîx nam Şerefname. Bi fezl û ilm û zanînê heta îro şeref da me...” Mam Hejar bo Şerefnameyê dibeje: "Dîroka Kurdan nivisandiye û yên ku mirî bûne daye jiyandin, karek wisan kiriye ku tu wextê namire. Sipas ji Mîr Şeref Xanê mezin re ku tovên jiyanê di nav rûpelên Şerefnameyê de daye jiyandin. Niha em dixwazin serîhildin, bijîn, bi eşkere û şanazî wî mîrê şêr û serfiraz bi bîr bînin û heta dinê ava ye jibîr nekin. Ez dixwazim vê ji bêjim ku, dê gelê Kurd heta hetayê, çi dewlemend û çi feqîr hemû wext minnetar û sipasdarê wî bin." Pêşgotina Fransizî ya Zirnov ku di sala 1860'an ji bo Şerefnameyê nivîsandiye: " Materyalên Şerefnameyê ji belgeyên hemû awayê yên Rojhilat, wergirtinên ji devên kal û pîrên bawerîpêkirî û ji bîranên xwe pêk aniye. Tu şik û asteng di qîmeta zanistiya vê dîroka Kurd de tune. Li gel bi ser de derbazbûna 400 salan, hê di Rojhilatê de karekî bi vî awayî nehatiye kirin ku bi Şerefnameyê re bê muqayesekirin." Yefgina Vasiliva bo Şerefnameyê dibêje: "Qîmeta zanyariya vê çavkaniyê ewqas zêde ye, pêwistî û îhtiyaca wê bi methê nîne, qet nebe ji ber vê ku, bi alîkariya Şerefnameyê mirov dikare ciyê girîng ê windabûyî yê gelê Kurd di dîroka Rojhilata Navîn de diyar bike." Zanayê Azerî Memed (Mihemmed) Şemsî bo Şerefnameyê dibêje: "Dîroknivîsên piştî Şeref Xan, ên wekî Katib Çelebî, Ewliya Çelebî û gelekên din, di berhemên xwe de ji hemû çavkaniyan zêdetir Şerefnameyê bikar anîne. Rojhilatnasê herî bi nav û deng ê Rûsya û Sovyetê Orbeli bo Şerefnameyê dibêje: "Tesîreke bi yekcarî mezin kiriye ser jiyana rewşenbîrên rojhilat. Kurd, gelek hebûnên xwe di bin navê Faris, Tirk, 'Ereb û Ermeniyan" de ji destê xwe kirine. Wek wê ku, kesên ji wan ên şair, hunermend û cengawerên nemir dîroka çend gelan xemilandine. Vê yeka han jî tesîreke wisan kiriye ser zanayên Ewrûpa û Rûsyayê ku di nav wan de bibe adet û belav be; guya Kurd, ne tenê nikare tiştekî di warê rewşenbîriyê de bîne holê, belko xwediyê hêzek wisan jî nîne heta bikare tiştekî ji biyaniyan jî hîn be". Şerefname di 1599de nivîsandina wê xelas bûye.
Şerename
Şerename
·
90 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.