Gönderi

9/10
·128 syf.··
Beğendi
·
2023 4. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 27 Şubat 2023 00:40
Ji destpêka heta dawiya pirtûkê mirov naxwaze bisekine. Mirov dibe qey cenabê Mîr Celadet Elî Bedirxan li hemberî mirove û hevpeyvînek dest pê dike. Hevpeyvîna di navbera Firat Cewerî û mîr Celadet gelemperî li ser zimên hatiye sekinandin. Di her pirsên ku tên pirsîn de mirov mîr Celadet bêtir nas dike û armanca wî ya li ser zimên û kurdayetiyê ji nezîkî vê hîs dike, her bersiva ji aliyê mîr Celadet tê dayîn şîretek li me ciwanên kurda ye û divê em rû bidin vê kedê û nehêlin were windakirin. Firat Cewerî, di pirtûkê de bersivên mîr Celadet Elî Bedirxan ji nivîsên wî yên pirtûkê tirkî, ji Hawara wergirtiye û careke din bi hostayî afirandiye û derdixe pêşberî xwendevanan.
Kurdî
Li Mala MîrFirat Cewerî · Avesta Basın Yayın · 057 okunma
·
187 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.