Zimanê me yê bav û kalan, çanda me, hebûna me ne di bin tehdîdên xedar de ne? Ew winda nabin? Ma em, ez û tu, niha bi zimanê wan napeyivin? Çima, bibêje çima? Wan em ji reh û rêçên me bi dûr nexistine? Zept û repta wan, wekî nîrê stûyê me, hertim, li ser me hilawestî nîn e? Wan cihên heri baş en welatê me venegirtine, qesr, qonax, war, şar, ji bo xwe, ava nekirine? Em jî, li welatê xwe dil, wekî xerîbên vî welat, ji derve, bi tirs, bi xof, li wan nanihêrin? De bibêje na! Êdî tu behsa kijan mirinê diki? Tu bihesibîne ku min xwendin kuta kir, wê çi bibe? Çi biguhere? Tu tiştek, Kevok, tu tiştek.....