...
Herfê hikmet ser zimanê nahekîm
'Ebayê 'ariyet bizane ey selîm
Ger çi dizek kurkekî werdigirê
Dema destê te girt ewê destîbirê
Gava bi şev ji devehê hate xwar
Kurdî gotiyê mala min dûr e û tar
Li deveha min siwar bûwî tu ji beyanê
Min ceh nevêt parêt kayê kanê
Got heta nûke ma me çi dikir êdî
Ka hişê te di xanî nîne kes dî
Dihola îflasa min di çerxê sabi' e
Çû û te nebihîst ev waqi' e
Temahiyê guhêt te yê kiser kirî
Û temahiyê çavêt te yê kor kirî
Heta kilox û kevira seh kir ev beyan
Muflis û bê pare ye ev bêîman
...
Mewlana Celaleddînê Belxî
Çavkanî: Mesnewî
Werger: Mela Ehmedê Şerefxanî